QSD`ê rewşa 14 kesan çareser kir

QSD`ê rewşa 14 kesên destê wan di tevliheviya Dêrazorê de hene çareser kir.

QSD`ê rewşa 14 kesan çareser kir
4 cotmeh 2023   14:17

Malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) rewşa 14 kesên destê wan di tevliheviya Dêrazorê de hebûn, çareser kir. Ew 14 kes serî li navendên çareseriyê kiribûn ên ku QSD`ê ji bo vê mijarê amade kiribû.

QSD`ê destnîşan kir ku kesên serlêdan kirine, soz dane ku şaştiyên xwe sererast bikin û di parastina herêmê de û vegerandina jiyana asayî lê, cih bigirin. Her wiha bang li kesên tev li tevliheviya dawî bûne kir ku werin rewşa xwe çareser bikin.

QSD`ê 28`ê Îlonê bang li tevahî çekdaran ên ku tev li bûyerên dawîn ên li Dêrazorê bûne, rewşa xwe çareser bikin. Ji bo wê jî, li ser whatsappê hejmarên telefonê diyar kiribû ku di 15 rojan de serlêdanê bikin.

(şx)