Saziyên civaka sivîl ên Helebê banga bidawîkirina dorpêçê li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiye kir

Saziyên civaka sivîl bang li berpirs û aliyên têkildar ên Helebê û hikumeta Şamê kir ku dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi dawî bike, deriyan veke ji bo ku alîkarî, madeyên tenduristiyê, xêrxwaziyê, kelûpelên bazirganiyê û pîşeysazî derbasî her du taxan bibin.

Saziyên civaka sivîl ên Helebê banga bidawîkirina dorpêçê li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiye kir
4 cotmeh, 2023   15:47

Bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên Helebê li pêşiya benda kontrolê ya Cezîre ya hikumeta Şamê li nêzî taxa Şêxmeqsûdê kom bûn û banga bidawîkirina dorpêçê kir.

Li wir bi navê saziyên civaka sivîl, endamê rêveberiya saziyên civaka sivîl Kamîran Zaza daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de Zaza destnîşan kir ku dorpêç êş û zehmetiyên gelê Sûriyeyê li her du taxan zêdet dike.

Her wiha diyar kir ku divê berpirsên dorpêçê fêm bikin ku niştecihên her du taxan welatiyên sûriyeyî ne û parastina Sûriyeyê kirine, ji ber wê mafê wan di xêr û berakata welêt de hene.

Zaza bang li destê û saziyên têkildar kir ku bendên kontrolan vekin, bihêlin pêdiviyên sereke yên jiyanê mîna madeyên xêrxwaziyê, derman û sotemenî derbasî her du taxan bibin.

Di dawiyê de Zaza teqezî bi berxwedan û hevgirtinê kir û got: “Heleba berxwedê naşike. Em dê li ber xwe bidin ta ku aştiyê lê vegerînin. Divê her kes fêm bike ku tenê bi yekitiyê û hevgirtin û hevkariyê em ê bikarin vê aloziyê derbas bikin û ji bo avakirina Sûriyeyê pêwîst bi her kesî heye. Bi tenê kes nikare serkeftinê bi dest bixe. Werin em bi hev re pêşerojeke baştir ji nifşên bê û gelê xwe re ava bikin.”

(şx)

ANHA