​​​​​​​Stasyonên ava vexwarinê yên Reqayê li ber gefa derketina xizmetê ne

Girtina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, dê bibe sedem ku dînamoyên avê yên Reqa û gundewarê wê ji xizmetê derkevin. Di vê çarçoveyê de gerînendeyê Nivîsgeha Avê ya Reqayê Hisên El Cerceb got wan boriyên stasyonan berdana cihê herî kûr da ku avê bikişînin.

​​​​​​​Stasyonên ava vexwarinê yên Reqayê li ber gefa derketina xizmetê ne
2 cotmeh, 2023   02:06

Dewleta Tirk şerê avê li dijî xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Ava çemê Firatê li paş bendavên xwe girtine û nahêle biherike Sûriyeyê. Ev jî bi awayekî neyînî bandor li gelek qadên jiyanê dike bi taybet herêmên nêzî hewza Firatê.

Bi girtina avê, dewleta Tirk a dagirker lihevkirina sala 1987`an a bi Sûriye û Iraqê re îmze kiriye, bin pê dike. Li gor wê li hevkirinê, para Sûriye ji ava çemê Firatê di her saniyekê de 500 metrekab e. Ji sedî 60`ê para Iraqê ye û ji sedî 40`ê jî para Sûriyeyê ye.

Têkildarî mijarê gerînendeyê Nivsîgeha Avê ya Reqayê Hisên El Cerceb got: “Kêmbûna ava çemê Firatê bi vê rêjeyê, dê bibe sedem ku stasyonên avê yên Reqayê û gundewarên wê ji xizmerê derkevin. Ji ber ku dê ava wê ji vexwarinê re neguncew be. Dê herimî û nezelal be.”

Li Reqayê 200 dînamoyên avê hene ku avê didin stasyonên ava vexwarinê.

El Cerceb destnîşan kir ku wan beriya 15 rojan, boriyên stasyonên dînamoyan berdana cihê herî kûr û da zanîn ku kişandina avê gihaştiye asta herî kêm û nema dikarin ji wê pirtir daxin.

Wek tedbîrên bilez, li gor El Cerceb, nivîsgehê bend li pêşiya her stasyonekê ava kirine da ku rêjeya ava di stasyonê re derbas dibe, zêde bikin û ava vexwarinê ji şêniyan re peyda bikin.

Nivîsgeh avê bi klorê dezenfekte dike û di teqîgehan de test dike, ji ber ku ava ji wê kûrahiyê tê kişandin, herimî û ne zelal e.

Demeke berê ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê, 9 stasyonên avê li Tebqayê rawestiyan û di encamê de zêdetirî 50 hezar kes bê av man.

Bi rawestîna stasyona Ayid a ava vexwarinê re, Yekîneya Avê ya Tebqayê ji bo peydakirina ava vexwarinê, yekser 2 dînamoyên vertîkal û horizontal ên xwedî kapasîteya 200 hesp û derxistina avê bi 120 û herikîna wê ya 250 metrekab di saetekê de guhartine, da ku ava vexwarinê peyda bikin.

(şx)

ANHA