Siyasetmedarên sûriyeyî xwepêşandanên Siwêdayê nirxandin

Siyasetmedarên sûriyeyî destnîşan kirin ku xwepêşandanên li Siwêdayê bi sedema zexta hikumeta Şamê ya li ser gel e û bang li şêniyên Siwêdayê kir ku rê nedin destwerdanên hêzên rojavayî ku armanca xwepêşandanan li gor berjewendiyên xwe biguherin.

Siyasetmedarên sûriyeyî xwepêşandanên Siwêdayê nirxandin
2 cotmeh, 2023   03:17

Ji zêdetirî 40 rojan de, şêniyên Siwêdayê ku piraniya wan Durzî ne, xwepêşandanên xwe li qada Keramê ya bajêr didomînin.

Xwepêşandan ji 17'ê Tebaxa borî de gurtir bûne û tê de banga pêkanîna biryara navneteweyî ya 2254 û çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyeyê û çûyîna Esed, tê kirin.

Berê piraniya xwepêşandanan ji bo pêşxistina rewşa jiyanî ya herêmê bû, lê belê buhakirina sotemeniyê di dema dawîn de hişt şênî ji bêdengiya xwe ya li hember kiryarên hikumeta Şamê derkevin nexasim ku zêdetirî ji sedî 90 gelê Sûriyeyê di bin xeta hejariyê de ye.

ENCAMA ÊŞA KU GEL KIŞANDIYE

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê Kamîran Kenco got: “Êdî şêniyên Siwêdayê zexta hikumeta Şamê û çeteyên di nav rejîmê de tehemûl nekir. Ev xwepêşandan encama êşa ku gelê Sûriyeyê ji ber kiryarên rejîma Sûriyeyê kişandiye, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî heman êş dema rejîma Sûriyeyê li herêmên wan bûn, kişandiye."

Kenco bang li gelê Siwêdayê kir ku xwepêşandanên xwe dûrî çekan bikin û banga daxwazên adil bikin ku azadiya gelê Sûriyeyê pêk tîne û mafên wî bi dest dixe, bikin.

HIŞYARIYA JI DESTWERDANÊN DERVE

Her wiha, lêkoler û siyasetmedar Ehmed El Durzî destnîşan kir ku xwepêşandanên Siwêdayê daxwazên gel in û ji mafê gel e ku rewşa bajarê wî wek bajarên din pêş bikeve û got: "Destwerdanên derve wek Fransa û Urdun di xwepêşandanan de hene, bi armanca ku rewş aloztir bibe. Em bang li şêniyan dikin ku ji van destwerdanan hişyar bin ji ber ku ew dixwazin armanca xwepêşandanan li gor berjewendiyên xwe biguherin, tevliheviyê derxst û gel ji daxwazên wî yên sereke dûr bixin."

ÇARESERIYÊN SÛRIYEYÎ – SÛRIYEYÎ

El Durzî wiha domand: "Divê ev xwepêşandan bi çareseriyên sûriyeyî – sûriyeyî bi dawî bibin û yekitiya xaka Sûriyeyê û avakirina pergaleke herêmî ya nû bê pêkanîn."

El Durzî di dawiya axaftina xwe de got: "Armanca hêzên rojavayî ew e ku doza Siwêdayê li gor berjewendiyên xwe di şerên herêmî û navneteweyî de bi kar bînin."

(mh)

ANHA