Mihemed Şahîn: Ji bo sepandina îstiqrarê li herêmê xebat di asta herî bilind de berdewam in

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn behsa sedemên koçberiyê kir û got pirsgirêka sereke siyasî û ewlehî ye û destê gelek hêzên herêmî û xwecih tê de heye.

Mihemed Şahîn: Ji bo sepandina îstiqrarê li herêmê xebat di asta herî bilind de berdewam in
2 cotmeh, 2023   00:45

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Mihemed Şahîn têkildarî sedemên koçberiya ji herêmê axivî û got: “Aloziya Sûriyeyê ya ji zêdetirî 12 salan ve berdewam e, destwerdanên derve û siyasetên dewletên derdorê, sedema bingehîn a vê koçberiyê ye.”

Li gor Şahîn, nebûna çareseriyeke siyasî û berdewamkirina destwerdanên derve hişt ku aloziyên siyasî û ewlehiyê, jiyanî û aborî yên kûr li herêmê çê bibin û civaka sûriyeyî bê çareserî ma û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji ber wê sûriyeyî rûbirûyî gelek astengiyan man çi di aliyê aborî yan jî ewlehiyê de. Ew jî bi xwe re aloziyeke civakî afirand.”

Şahîn diyar kir ku koçberî ne tesadufî ye lê belê armanca sereke ya destwerdanên derve ye û got: “Dewletên herêmî û cîhanî di serî de dewleta Tirk a dagirker dixwazin Sûriyeyê vala bikin bi taybet herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, da ku di çarçoveya şerekî derûnî yê taybet de, plan û siyasetên xwe bînin cih, kesên din ji herêmên din li van herêman bi cih bikin. Mîna ku niha li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê rû dide. Kesên biyanî li şûna xelkê herêmê yên resen tên bicihkirin. Ew ji vê yekê dixwazin demografiya wan herêman biguherin, dîroka wê bi dîroka osmanî biguherin û wan herêman weka ku osmanî ne û yên dewleta Tirk in nîşan bidin.”

Şahîn wiha pê de çû: “Plana ku niha Tirkiye û hêzên pê re dimeşîne, armanca wê guhertina demografiya tevahiya xaka Sûriyeyê ye, bi taybet herêmên dîrokî yên kurdan.”

Şahîn îşaret pê kir ku ji ber Tirkiye serkeftina leşkerî bi dest nexist, dest bi guhertina demografiya herêmên bakur Sûriyeyê kir. Li gor Şahîn armanca sereke dagirkirina tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tunekirina projeya demokratîk e.

Her wiha diyar kir ku ji bo bigihêje vê armancê dewleta Tirk şerê taybet û derûnî li dijî herêmê meşand, herêm xiste dorpêçeke aborî ya tengav, êriş herêmê kir da ku gel neçarî koçberiyê bike.

Şahîn destnîşan kir ku gelek sedemên koçberiyê hene, di serî de siyaseta dewletên ku berjewendiyên wan di Sûriyeyê de hene nemaze dewleta Tirk û got: “Îstixbarata Tirkiyeyê toreke bazirganên mirovan ava kiriye. Her wiha îstixbarata Sûriyeyê jî, dixwaze herêmê ji kurdan vala bike û hin kesên din li şûna wan bi cih bike.”

Şahîn hişyarî da û wiha pê de çû: “Şerekî taybet li dijî gelê me tê meşandin, divê gelê me hişyar be. Bizane yên dehf didin xelkê ji bo ku koçber bibin, aliyên dijberî wî ne.”

Şahîn da zanîn ku di radeya yekemîn de yên tên hedefgirtin ciwan in, ji ber ku hêza sereke ya civakê ye û heke dijmin bixwaze êriş bike, piştî koçberbûna ciwanan, tu hêz li pêşiya wê dernakeve.

Şahîn balkişand ser hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li pêşiya koçberiyê û got: “Em bi tevahî derfetên xwe bi rêya saziyên xwe hewl didin îstiqrarê li herêmê bisepînin. Lê belê astengî û zehmetî hene. Ji ber ku gelek hêz mîna Tirkiye, rejîma Sûriye û hikumeta Başûrê Kurdistanê, dorpêçeke aborî li herêmê ferz kiriye. Di aliyê ewlehiyê de jî, êriş berdewam in. Şerê taybet li dijî herêmê tê meşandin. Reşkirina Rêveberiya Xweser berdewam e. Gefa dagirkirina herêmê jî heye. Ev hemû bandor li civakê dike.”

Şahîn di dawiyê de wiha anî ziman: “Ev siyaset û şert û mercên heyî bandor li beşekê dike. Lê em li gor derfetên li ber dest, hewl didin û kar dikin. Ruxmî astengiyan jî em piştgiriya ciwanan û beşên civakê dikin. Em dixwazin xebatên herî baş pêşkêş bikin da ku rewşa civakê û jiyana lê pêş bikeve. Îstiqrar di aliyê aborî, xebatan û tevahî qadên jiyanê de pêk were.”

(şx)

ANHA