`Me xwe bi fikrê Rêbertî bi çek kiriye ta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were`

Şêniyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were û mafên xwe bi dest bixin, têkoşîna wan berdewam e.

`Me xwe bi fikrê Rêbertî bi çek kiriye ta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were`
1 cotmeh, 2023   23:35

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo berdewamkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û destnîşan kirin ku wan xwe bi fikrê wî bi çek kiriye ta ku azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Welatiya bi navê Sebah Wehîd pesna fikrê Rêber Abdullah Ocalan da ku hewl dide jin azad bibe û piştevaniya têkoşîna wê kiriye. Sebah wiha domand; “Fikrê rizgariyê yê ku Rêbertî banga wî dike, tirs xist dilê dewleta Tirk. Ji ber ku jin, xwedî li vî fikrî derketin da ku xwe ji koletiyê rizgar bikin.”

Sebah destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya şerê taybet jinan di aliyê derûnî û bedenî de dike hedef, ji ber ku baş fêm dike heke jin rizgar bibe civak jî dê rizgar bibe.

Sebah got: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were têkoşîn û berxwedana me berdewam e.”

Welatiyê bi navê Xelîl Şendî jî tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî li hember tecrîdê şermezar kir û got: “Ji ber berjewendiyên xwe, hesabê ji dewleta Tirk napirsin. Ev hêz û rêxistin bi bêdengiya xwe, di berdewamiya tundiyê, tecrîdê û mêtingerkirina gelan de şirîkên dagirkeriyê ne.”

Şendî bang li gelên azadîxwaz kir ku tê bikoşin û dakevin qadan, banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bikin ji ber ku wî wateya herî bilind a azadiyê û rastiyê fêrî wan kiriye.

Têkildarî armancên tecrîdê welatiya bi navê Evîn Şêxmûs got: “Tecrîd, bi armanca rêgirtina li pêşiya belavbûna fikrên Rêber Abdullah Ocalan e. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, xwedî li fikrê Rêbertî û projeya wî ya neteweya demokratîk derketin û xistine piratîkê. Ew amade ne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her tiştî bikin.”

Ciwanê bi navê Mizgîn Hisên jî got: “Tecrîd, şerekî taybet e û di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelên herêmê, ciwan û jin tên hedefgirtin. Ji ber wê nahêlin Rêbertî daxuyaniyekê bide yan jî bi malbat û parêzeran re hevdîtinê çêke. Ew dizanin ku gel bi saya fikrê wî azad e û di nava ewlehiyê de ye. Lê bila bizanin ku gelê herêmê dê li ser rêya fikrê rizgariyê yê Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşe ta ku mafên xwe bi dest bixe.”

(şx)

ANHA