Di panelekê de girîngiya diyalogan ji bo çareserkirina aloziyê hat nîqaşkirin

MSD′ê bi beşdarbûna nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civakî panelek li Qamişloyê li dar xist. Di panelê de hate gotin, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê divê diyalogên navxweyî pêk werin.

28 îlon 2023   14:43

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) panelek li hola Zana ya li bajarê Qamişloyê li dar xist. Di panekê de nûnerên partiyên siyasî, siyasetmedar, rûspî û serokên eşîran û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn û rêbazên çareserkirina aloziya Sûriyeyê nîqaş kir.

Panel bi navê "Kirîza Sûriyeyê û girîngiya diyaloga nîştîmanî" hat lidarxistin û 3 mijar; 1 kirîza Sûriyeyê û zehmetî û asoyên çareseriya Sûriyeyî, 2- diyaloga nîştmanî mîsogeriya mafên hemiyan e, 3- nêrîn û pêşniyarên beşdaran û nîqaşkirina wan hatin nîqaşkirin.

Panel ji aliyê hevseroka Meclisa MSD'ê Emîne Omer û endamên Nivîsgeha Têkiliyana a MSD′ê Hisên Ezam û Derya Remedan ve hat birêvebirin.

′SÛDÊ JI DIRÊJKIRINA TEMENÊ KIRÎZÊ DIGIRIN′

Emîne Omer di beşa yekemîn de der barê rastiya kirîzê û sedemên dirêjkirina wê de got, rejîma Sûriyeyê, komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û hêzên herêmî sûdê ji dirêjkirina temenê kirîzê digirin.

Emîne Omer destnîşan kir ku banga MSD'ê ya diyalogên navxweyî ji aloziya Sûriyeyê çareserî ye û wiha zêde kir: "MSD′ê ji bo pêşxistina diyalogên Sûriyeyî-Sûriyeyî dixebite. Di vê çarçoveyê de hewl dide kongreyekê ji bo hêz û kesayetên nîştimanî li hundir û yên li derve li Stockhomê li dar bixe. Di kongreyê de dê aso û rêbazên çareserkirina aloziyê ya li ser bingehê diyalogên navxweyî werin nîqaşkirin."

′EM JI BO PROJEYEKE DIXEBITIN KU MAFÊN TEVAHÎ GELÊ SÛRIYEYÊ BIPARÊZE′

Hisên Ezam di beşa duyemîn de destnîşan kir ku MSD'ê hewl dide rêbazên diyaloga Sûriyeyî - Sûriyeyî pêş bixe da ku di encmaê de kirîz bê çareserkirin û mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin.

Ezam anî ziman ku diyaloga nîştîmanî ji bo gelê Sûriyeyê gelekî pêwîst e û ji bo pêşxistina vê diyalogê jî MSD'ê bi şêniyên Siwêdayê re têkildar e.

Beşa sêyemîn a der barê nêrîn û pêşniyarên beşdaran de ji aliyê endama Nivîsgeha Têkiliyan a MSD′ê Derya Remedan ve hat birêvebirin.

Siyasetmedar Amir Helûş bal kişand ser zimanê çapemeniyê û got, divê zimanekî nîştîmanî were bikaranîn ku nêzîkbûneke siyasî di nav hêzên siyasî yên Sûriyeyê de pêk bîne.

Mamosteyê li zanîngeha Rojava Xerbî Mehmûd got, ji bo pêşxistina diyalogên Sûriyeyî-Sûriyeyî divê civîn û panel bi tevahî aliyan re bên lidarxistin.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV - DEM) Xerîb Hiso der barê astengiyên li pêşiya diyaloga Sûriyeyî - Sûriyeyî de got: "Tiştê ku diyalogê asteng dike neteweperestî û olperestî ye. Lê belê divê nîştimanperwerî ji her tiştî xurttir be û gelê Sûriyeyê hewcedarê diyalogên nîştîmanî û derbaskirina nakokiyan e."

Beşdaran di dawiya panelê de bal kişand ser girîngiya diyaloga Sûriyeyî - Sûriyeyî û avakirina Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ku mafên tevan mîsoger bike.

 (mh)

ANHA