Banga tevlêbûna perwerdeyên jineolojiyê

Beşdarên dewreya perwerdeyê ya jineolojiyê, tecrubeya xwe ya perwerdeyê parve kirin û bang li tevahiyan kirin ku tev li dewreyên wiha bibin.

Banga tevlêbûna perwerdeyên jineolojiyê
25 îlon 2023   01:38

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê ya Helebê ji bo pênasekirina vê zanistê, dewreyên perwerdeyê vekirin. Di vê çarçoveyê de Mihemed Nûrî yê ku tev li dewreyekê bûye, got jineolojî di radeya yekemîn de zanisteke modern e.

Nûrî wiha domand: “Jineolojî zanisteke civakî ye. Divê her du zayend vê zanistê bi awayekî rast nas bikin û lêkolînên girêdayî wê bixwînin ta ku erk û mafên xwe nas bikin.”

Nûrî behsa tecrubeya xwe kir û got: “Jineolojî, destpêka çêbûna gerdûnê ye û çareseriyaan ji pirsgirêkên civakê re şîrove dike û mafên her du zayendan pênase û însaf dike.”

DEWLEMENDKIRINA FIKR 

Mihemed Nûrî 2 caran tev li dewreyên jineolojiyê bûye ev bang kir: "Di serî de nifşê nû, divê her kes beşdarî dewreyên perwerdeyê yên jineolojiyê bibin, xwe nas bikin û fikrê xwe dewlemendtir bikin. Pêwîste ev zaniest ji nêzîk ve were naskirin."

Li gorî Ebdurehman Hisên, dewreya perwerdeyê mijarên li cem wî bi guman bûn, zelal kir in. Hisên got: “Pir tişt hebûn min baş nas nedikirin. Lê bi perwerdeyê ji min re zelaltir bûn û êdî min rastî nas kir.”

Hisên banga tevlêbûna perwerdeyê kir û diyar kir ku her kes dikare bi perwerdeyê bersiva pirsên xwe bibîne, kesayeta xwe pêş bixe û xwe nas bike.

GELEK ŞAXÊN JINEOLOJIYLÊ HENE

Fîdan Mistefa jî tev li perwerdeyê bûye têkildarî navaroka jineolojî wiha axivî: “Di vê zanistê de ne tenê dozên jinan, têkoşîn û rola wan di civakê de tê şîrovekirin, lê di heman demê de gelek şaxên wê hene ku tevahî zanistên din di nav xwe de dihewîne.”

Ayten Reşo jî wisa jineolojî pênase kir: “Jineolojî zanisteke giştî ye, bi xweza û civakê ve girêdayî ye, xwedî asoyên berfireh û bê dawî ye. Her wiha gelek doz û mijaran şîrove û analîz dike.”

Endama Navenda Lêkolînan a Jineolojî ya şaxê Helebê Ferîda Mûsa jî armancên vekirina dewreyên perwerdeyê wiha şîrove kirin: “Em ji dewreyan armanc dikin ku têgehên şaş ên têkildarî jineolojiyê sererast bikin. Em navarok û aramcên vê zanistê bi wan bidin nasîn û şîrove dikin.”

Ferîda destnîşan kir ku her dewreyek hefteyek e û li avahiya meclisên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, rojane 3 saet bê navber tê dayîn.

Ferîda wiha pê de çû: “Em li gorî rêzê û girîngiyê waneyan didin. Roja yekemîn bi pênasekirinê vê zanistê dest pê dike. Dûre mijarên bingehîn û qadên jineolojiyê tên şîrovekirinê û di dawiya perwerdeyê de jî waneyek li ser hevjiyana azad tê dayîn.”

Ferîda Mûsa asta tevlêbûna di perwerdeyên jineolojî de baş nirxandin û got: “Tevlêbûn baş e. Me li nêrîn û fikrên beşdarên perwerdeyê guhdar kirin ji bo ku li navendê li ser nîqaş bikin.”

(şx)

ANHA