Jinên êzidî xwest hesap ji berpirsên komkujiyê bê pirsîn

Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê bi daxuyaniyekê banga "Hesab ji berpirsên komkujiya li Şengalê bipirsin" kir.

Jinên êzidî xwest hesap ji berpirsên komkujiyê bê pirsîn
3 tebax, 2024   12:56
HELEB

Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê bi wesîleya salvegera 10’an a komkujiya li Şengalê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê û endamên Kongra Star li ber Komîngeha Şehîd Seqir û Ferhad a li taxa Eşrefiyê hat xwendin. Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê Sozdar Cuma û Sîdar Derwîş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de komkujiya 10 sal berê ya li Şengalê wek komkujiya herî hovane di sedsala 21’an de hat binavkirin û wiha hat domandin: "Çeteyên DAIŞ’ê komkujî pêk anîn, jin revandin, li bazaran kirîn û firotin û tecawiz lê kirin. Ev sûcên ku xaleke reş li eniya mirovahiyê ye şopeke xirab li dirûniya jinan hiştiye."

Di daxuyaniyê de berxwedana YPG, YPJ û gerîlayên azadiya ya rizgarkirina Şengalê hat bibîrxistin û hate gotin: "Fedakariyên YPG, YPJ, gerîlayên HPG û YJA-Starê li pêşiya komkujiyên zêdetir girtin û zemîna avakirina YBŞ û YJŞ’ê danî."

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku ji bo berpirsên komkujiya li Şengalê lêpirsîneke navneteweyî were vekirin û hesap bê pirsîn.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşmên "Bijî berxwedana Şengalê" hatin berzkirin.

(bb)

ANHA