‘Êrişên li ser çanda bi hezaran salan dê encamê negirin’

Hunermend û şanogeran êrişên dewleta Tirk a dagirker êb li Bakurê Kurdistanê yên li ser çanda kurdî şermezar kirin û li dijî êrişan banga bilindkirina têkoşînê kir.

‘Êrişên li ser çanda bi hezaran salan dê encamê negirin’
‘Êrişên li ser çanda bi hezaran salan dê encamê negirin’
‘Êrişên li ser çanda bi hezaran salan dê encamê negirin’
4 tebax 2024   05:45
QAMIŞLO

 Hevserokê TEV-ÇAND’ê yê Kantona Cizîrê Xelîl Tehlo têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çanda kurdî ji ajansa me ANHA’ yê re axivî.

Xelîl Tehlo di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser çanda kurdî û destdirêjiya li ser çanda kurdî; ziman û govendên kurdî, şermezar kir.

Tehlo anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dê nekare deng, huner û govenda kurdî asteng bike û diyar kir ku dê bi deng, muzîk û govenda kurdî bersiva pêwîst bidin dagirkeran.

Tehlo di berdewama axaftina xwe bi bîr xist ku çanda kurdî, bi hezar salan bi wêje, muzîk, şano û wêneyên xwe di dîroka şaristaniyê de cihê xwe girtiye û diyar kir ku dê dewleta Tirk nekare vê çandê tune bike.

Tehlo di dawiya axaftina xwe de got: “Banga me ji gelê me re ew e ku li welat û derveyî welat bi stran û govendên xwe li hemberî dewleta Tirk a dagirker dengê xwe bilind bike.”

Hevseroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Firyal Çolî jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazan êriş birine ser çanda û nasnameya kurdî û destnîşan kir ku heya niha tu encam negirtiye.

Firyal Çolî da zanîn ku gelê Kurd di cîhanê de bi çanda xwe tê nasîn, lewma dewleta Tirk a dagirker bi taybetî êrişî çand, ziman, govend û cil û bergên kurdî kir.

Firyal Çolî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst bi çi şêwazî êriş dike bila êriş bike, wê nekare encam bigire. Ji ber ku em Kurdên xwedan îrade, wêrek in. Wê hêza wê nebe ku çanda me û govenda me qir bike.”

(bm)

ANHA