Di salvegera referandomê de çarenûsa Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye

PDK`ê beriya 6 salan li şûna destkeftiyan bi dest bixe û yên heyî biparêze referandom ragihand. Di encama vê referandonê de Kurdan destkefiyên sererd û binerd ku ewqas sal bi xwînê hatine bidestxistin, di çend saetan de ji dest dan. Ev yek jî destkeftiyên li parçeyên din ên Kurdistanê xistin bin xetereyê.

Di salvegera referandomê de çarenûsa Başûrê Kurdistanê di xetereyê de ye
25 îlon, 2023   00:37

Desthilata Başûrê Kurdistanê ku di bin serweriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ye, tevî hişyarî û gefan sala 2017`an israr kir ku ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê referandom pêk bîne û di 25`ê Îlona heman salê de referandom ragihand.

Beriya 6 salan wekî îro (25`ê Îlona 2017`an) , PDK`ê referandoma serxwebûna Başûr ragihand. Bexda got, referandom ne rewa û ne destûrî ye. Her wiha dadgeha federal a hevbeş biryar da ku encamên referandomê werin betalkirin. Lê dîsa jî PDK`ê bi israr bû ku referandomê pêk bîne.

PDK′ê dixwest di sala 2014′an de referandomê pêk bînê. PDK′ê xwest sûdê ji bûyerên êrişên çeteyên DAIŞ′ê, derketina bajarê Kerkûkê ji bin serweriya artêşa Iraqê, berxwedana gerîlayan a rêgirtina li ber dagirkirina bajar bigire û referandomê ragihîne. Lê ji ber êrişên domdar ên çeteyan ên li ser herêmê referandom pêk nehat.

Bi Nîsana 2017`an re, piştî ku nêz ma DAIŞ li Iraqê tune bibe, PDK`ê bi serkêşiya Mesûd Barzanî ragihand ku ew ê 25`ê Îlona heman salê, referandomê ragihîne. Lê dewletên dagirkerên Kurdistanê (Tirkiye, Îran û Sûriyeyê) yekser bertekên hişk nîşan dan.

Li hember wan gefan û ji bo parastina destkeftiyên Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê, hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik wê demê got referandom mafekî rewa ye û tişta ku dihêle referandom watedar û bi nirx be yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî ya Kurdistanê ye.

Di navîna Tebaxa 2017`an de, cîgirê serokerkanê giştî yê hêzên çekdar ên Îranê Mihemed Baqirî û serokomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan li Enqereyê civiyan û biryereke hevbeş da ku li hember referandomê bisekinin.

Beriya dengdayînê bi hefteyekê, serokerkanên artêşên Tirk û Iraqê civiyan û referandom red kir. Her wiha hev kirin ku rahênanên leşkerî yên hevbeş li ser sînorên di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de li dar bixin.

Piştî referandomê bi rojekê anku 26`ê Îlonê, têkiliyên dewleta Tirk a dagirker û PDK`ê de paşketin. Wê rojê Erdogan serokê desthilata Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi xayîn wesifand û got: “Dema Tirkiye nehêle tankên wê ji sînor derbas bibin, hûnê birçî bimînin.” Her wiha gef li Başûrê Kurdistanê xwar ku dê zextên aborî, leşker, bejahî û hewayî li dijî Başûr pêk bîne.

Serokwezîrê Iraqê jî yê wê demê Heyder El Ibadî gef li Başûr xwar û got, hikumet dê li gorî destûrê desthilata Iraqê li ser tevahiya herêmên Başûr ferz bike.

Êrişa artêşa Iraqê û ya Heşid El Şebî di 16`ê Cotmeha heman salê de, yek ji encamên referandomê bû. PDK′ê bajarên ku pêşmergeyan piştî êrişên DAIŞ`ê lê vegeriyabûn, ji dest dan. Kurd di wê referandomê de Musil û Kerkûk ji dest dan.

Kurdan di şerê li dijî DAIŞ`ê de fedakariyên mezin kirin, bi hezaran şehîd û birîndar dan. Lê PDK`ê di çend saetan de, her tişt ji dest da.

Pêşmergeyên PDK`ê û YNK`ê bê berxwedanî ji Kerkûk û Musilê vekişiyan û Musil û Kerkûkê li ser sîniyeke zêrîn dan hikumeta navendî ya Iraqê.

Piştî windakirina ewqas destkeftî, PDK`ê dawiya Cotmeha 2017`an daxuyaniyek da û rawestandina encamên referandomê û destpêkirina diyalogeke vekirî bi hikumeta navendî re ragihand.

Ev şikestin, parçebûna hundirîn a li Başûrê Kurdistanê aşkera kir. Xuyabû ku nakokiyên li Başûr her ku diçin desthilata lawaz ji hev dixe. PDK`ê bi hişmendiya derve dest danî ser desthilatê û êdî bi tenê biryarên çarenûsî dide.

Dewleta Tirk jî hazir bû ku vê lawazbûnê bi kar bîne û dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi alîkarî û beşdariya PDK`ê firehtir kir. Hejmara baregehên leşkerî û yên îstîxbaratî yên Tirkiyeyê ku wê demê tenê 20 bûn, lê niha 80 baregeh derbas kirin.

Referandom wek kaxezeke serkeftî di destê Bexdayê de bû ku dixwaze dahatên petrolê û gumrukê desteser bike. Bexdayê referandom ji xwe re kir hincet û dest bi vegerandina serweriya xwe ya li ser hinartina berhemên petrolê kir. Her wiha dixwaze bi aliyê Tirk re li hev bike ji bo ku hinartina petrolê ya ji 6 mehan ve rawestiye, ji nû ve dest pê bike.

Sala 2014`an piştî temambûna projeya xeta Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ya petorlê, desthilata Başûr dest bi hinartina petrolê ji bo Tirkiyeyê kir. Petrol bi rêya bendera Cîhan a Tirkiyeyê ya li ser deryayê Spî diçe Tirkiyeyê. Li gorî peymanê rojane 450 hezar bermil pertrol wê ji bo Tirkiyeyê bihata şandin. Lê lihevkirina veşartî ya dewleta Tirk û mala Barzanî ku ji bo 50 salan hatiye çêkirin, bêyî agahiya Parlamentoya Kurdistanê û hikumeta Bexdayê hatibû çêkirin.

Hikumeta navendî ya Bexdayê jî sala 2014`an li cem Odaya Bazirganiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Parîsê gilî kir û di dawiyê de doz qezen kir. Desteya Darizandinê ya Odaya Bazirganiyê ya NY′yê, biryar da ku Tirkiye 1.5 milyar dolar bide Bexdayê.

Lê Tirkiye bi rêya şantajan xwest ji vê aloziyê xilas bibe. Bexda jî xwest bi Enqereyê re li hev bike ji bo ku hinartina petrolê ji nû ve dest pê bike. Heke her du alî negihêjin lihevkirinekê, dê karesat rû bidin, nemaze ku Başûr rû bi rûyî siyasetên şaş ên PDK`ê ye. Bexda jî aloziyên bi Başûr re bi kar tîne û mûçeyên karmendan jê re nade.

Li gel vê rewşê jî, aloziya hundirîn a Başûr girêtir dibe û li ber teqînê ye, nemaze piştî nedana mûçeyan mamoste, bijîşk, kadroyên şaredariyan boykot kirine.

Tengaviya malî ya ji ber nakokiyên bi Bexdayê re, bi xwe re metirsiyan çêdike ku destkeftiyên gelê Kurd li Başûr rûbirûyî windabûnê ne. Ev di nameya serokê Başûrê Kurdistanê de  diyar dibe ku ji Rêveberiya Amerîkayê re şandiye. Barzanî di nameyê de hişyarî da ku îthtîmal heye modela federal têk biçe.

PDK`ê destkeftiyên Kurdan rûbirûyî xetereyê hiştiye. Ew vegerandin xala destpêkê. Referandomê bi xwe re encamên gelek neyînî anîn ku  heybeta gelê Kurd sivik kir.

Li aliyekî din, referandomê bandor li destkeftiyên gelê Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Êdî gelê Kurd her projeyekê pêşkêş dike yan jî destkeftiyekê bi dest dixe, wek projeyeke parçebûnê tê dîtin.

Li şûna ku astengî bên rakirin û eniya hundirîn bê xurtkirin, endamê komîteya navendî ya PDK`ê Elî Ewnî bang li Tirkiyeyê kir ku bikeve axa Başûr û bi balafirên bêmirov, rê û rêbazên din di bin navê hedefgirtina kadroyên PKK′ê de, êriş bi hezaran turîzmên li herêma Ehmdawa bike.

Vê dawiyê jî PDK′ê ji bo ku vegerê Kerkûkê û nivîsgeha xwe li wir veke, alozî derxist. Dezgehên çapemeniyên ragihandin ku şerekî Kurd û Ereban li Kerkûkê heye. Barzanî ev yek bi kar anî û xwe wek parêzvanê Kurdan nîşan da. Lê li gorî şopdarên rewşa herêmê, ew nakokî ji bo Barzanî firsendek bû ku beriya hilbijartinên meclisên xwecih ên 18`ê Kanûna bê tên lidarxistin, dengê Kurdan bi dest bixe. Lê plana wî jî bi bin ket.

Tevî ku rayedarên dewleta Îranê referandom bi “xiyanet û komployeke siyonîst” wesifand, lê Barzanî piştgiriyê dide projeyên wan.  Îran û Iraqê ji bo ku gerîlayên Kurd ji sînorên Îranê dûr bixin, li hev kirin. Her wiha 19`ê Îlonê gef xwar ku heke bendên lihevkirinê pêk neyên, dê êriş bikin.

Serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku ew pabendî lihevkrina di navbera Tehran û Bexdayê de be.

Li gor lihevkirinê, gerîla ji sînorên Îranê ber bi kûrahiya Başûrê Kurdistanê ve werin veguhestin û çek ji destên wan werin derxistin. PDK`ê ev rewş bi kar anî û 13`ê Îlonê 200 panzer şandin qadên gerîla yên li Biradostê. Piştî rojekê anku 14`ê Îlonê çekdarên PDK′ê tev li êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Li gorî Rojnews`ê, çekdarên PDK‘ê wê di bin ala Iraqê û bi cilên pasevanên sînor de, tevî leşkerên Tirk êrişî herêmê bikin. Her wiha li gorî agahiyên ku Rojnewsê parve kir, tê payîn ku PDK û hêzên Tirk bi hevre êrişî qadên Çiyayê Bolê ve Girê Heyatê, Gewrûya Singê û Berbizînê, Girê Şemaşe ve Sinînê bikin.

PDK`ê li şûna şerê Kurdan dikarîbû bi wan re biba yek. Dikarîbû şikestin û binkeftin bikira serkeftin û destê Tirkiyeyê bişikanda. Lê di salvegera referandomê de ew di navbera du agiran de; artêşa Tirk li aliyekî û hikumeta navendî ya Iraqê li aliyekî de ma ye. PDK′ê destkeftiyên Kurdan rû bi rûyî windabûnê û jiholêrakirinê re hiştin.

(şx)

ANHA