Bi karê destê xwe mala xwe xemilandiye

Fesyel Ferho bi karê destê xwe mala xwe bi textan xemilandiye.

Bi karê destê xwe mala xwe xemilandiye
Bi karê destê xwe mala xwe xemilandiye
Bi karê destê xwe mala xwe xemilandiye
Bi karê destê xwe mala xwe xemilandiye
Bi karê destê xwe mala xwe xemilandiye
Bi karê destê xwe mala xwe xemilandiye
Bi karê destê xwe mala xwe xemilandiye
Bi karê destê xwe mala xwe xemilandiye
Bi karê destê xwe mala xwe xemilandiye
Bi karê destê xwe mala xwe xemilandiye
25 îlon 2023   02:35

Feysel Ferho (47) ji taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê ye. Feysel û hevjîna xwe di xaniyeke kevnar de dijîn ku ji odeyekê û hewşekê ku darek tê de hene pêk tê.

Feysel Ferho xwest tiştên cuda di xaniyê xwe de bike, ji bo vê jî wî textik bi kar anîn ku rewş û xemleke xweşik daye xaniyê xwe. Xema mala Feysel bala kesên ku serdana wî dikin, dikişîne.

Feysel Ferho destnîşan kir ku wî teşe û dîzaynên malên textî ji internetê û xaniyên hin hevalên xwe girtin û xwest li gor dilê xwe xaniyê xwe bixemilîne.

Ev 10 sal in Feysel Ferho vê pîşeyê dike. Berhemên ku wî ji textikan çêkirine ne tenê ji bo xemilandinê bûn, her wiha tiştên sereke yên malê wek sîwana hewşê, kursî û maseyên textî û kursiyên biçûk ên girover çêkirine.

Feysel Ferho got: "Ez li xanî rûdiniştim û meyze dikir ka ez ê çi biguherînim û çi sererast bikim. Piştre min di xeyalê xwe de ew tişt amade dikir, min çêdikir."

Feysel odyeke textî jî çêkir û hemû tiştên di xaniyê wî de wekî çarçoveyên li derdora televîzyonê, derî, pencere, sendoq, mase, kanabe, maseya xwarinê û dîwarê xaniyê ji textikan hatine çêkirin

DI TEXTÎ DE VEHESIYÊ DIBÎNE

Feysel Ferho xaniya textî ne tenê ji bo xemilandinê dimîne, di heman demê wekî cihê vehsiyê û devereke aram ji bo kar dibîne.

(mh)

ANHA