Di rojnameyên erebî de rojevên hefteyekê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de cih dan komkujiya li Colanê, aloziya di navbera Îsraîl û Îranê, kuştina serokê polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye û fermandarê Hizbullah Fûad Şikur.

Di rojnameyên erebî de rojevên hefteyekê
4 tebax 2024   07:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê êrişa li Mecdel Şemis a Colanê de ku di encamê de 12 kes mirin, rojnameya Ûkaz jî diyar kir ku Hîzbûllah ji hedefa bo rizgarkirina girên Golanê derbasî topbarana Golanê bûye û bi vê yekê peyam daye Amerîka û Îsraîlê. Li gorî rojnameyê peyama Hîzbûllahê ew e ku dikare bi hêsanî wargehên sivîlan bike hedef. Di nûçeyê de tê gotin ku eger ev êriş bidomin, dê xetereyên mezin derkevin holê. Her wiha bal hatiye kişandin ku hêzek mezin a Hîzbûllahê heye.

Rojnameya Şerq El Ewsat di nûçeya xwe ya bi sernavê "Şerq El Ewsat li benda bandorên kuştina Heniye û Şikur e" de destnîşan kir ku kuştina serokê polîtbureya siyasî yê Tevgera Hemasê Îsamîl Heniye û fermandarê Hizbullah Fûad Şikur aloziya li Rojhilata Navîn zêdetir kiriye û hişyar didin ku tevahî herêm li pêşberî şerekî ye ku dibe veguherîne şerekî herêmî yê berfireh.

Rojnameya Ereb jî nûçeyek bi sernavê "Rojhilata Navîn: Rojeke bi kuştinan tijî ye" weşand. Di nûçeya îşaret bi kuştina Heniye û Şikur hat kirin de hate gotin ku herêma Rojhilata Navîn di rewşeke tevlihev û şerekî herêmî de ye. Rojnameyê diyar kir ku kuştina her du rayedaran hêza îstîxbaratî ya Îsraîlê û asta binpêkirinên wê yên li Îran û hevalbendên wê nîşan dide.

Rojnameya El Nehar jî bal kişand ser kuştina serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê û da zanîn ku Îran bi xetereyeke ewlehiyê ya herî mezin e re rû bi rû ye ku Îsraîlê ewlehiya wê têk biriye û Heniye li Tehranê kuştiye.

Rojnameya El Erebî El Cedîd mijara kuştina Îsmaîl Heniye û Fuad Şikur û geşedanên muhtemel ên têkildarî van bûyeran kirine mijara nûçeya xwe.

Di nûçeyê de tê gotin ku serokomarê nû yê Îranê Mesud Pezejkiyan reformxwaze, lewma mumkun e bi hêzên rojavayî re pêwendiyan çêbike, lê ev jî wê di serî de lîderê Olî yê Îranê û muhafazakaran gelek derdorên din aciz bike. Lewma îhtîmal heye ku Îran bi komên girêdayî wê yên li Lubnan, Yemen û Suriyeyê re êrîşan pêk bîne. Li gorî nûçeyê eger êrişên Îranê çêbibin, ev dê bibe gaveke ku Îsraîl dixwaze.

NASKIRINA ÇOLISTANA ROJAVAYÎ

Rojnameya El Ereb diyar kir ku serokkomarê Fransayê plana Mexribê ya têkildarî çolistana rojavayî nas kiriye û hate gotin: "Ev yekê  dê rê veke ku Ewropa bi giştî vê planê nas bike.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hin dewletên Ewropayê û yên Afrîka û Asyayê înisiyatîfa rêveberiya Rîbatê nas kiribû û wek bingeha çareseriyê dîtibû."