‘Jinên Şengalê bi birêxistinbûna xwe bersiva fermanê da’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico diyar kir ku jinên Şengalê bi birêxistinbûna xwe bersiva fermanê da û got “Li Şengalê dîroka berxwedan, têkoşîn û xwebirêxistinkirinê ji nû ve tê nivîsandin.”

 ‘Jinên Şengalê bi birêxistinbûna xwe bersiva fermanê da’
4 tebax 2024   07:05
NAVENDA NÛÇEAYAN
HÊLÎN EYLÛL

Di 1'ê Hezîrana 2014'an de li Ammanê paytexta Urdunê, civînek bi amadebûna rayedarên DYA, Erebistana Siûdî, Tirkiye, Îsraîl û PDK'ê hate lidarxistin. Di civînê de plana êrişeke nû li ser Mûsilê hatibû kirin. Ji ber vê di 10’ê Hezîrana 2014’an de DAIŞ’ê êrişî Mûsilê kir. Hêzên artêşa Iraqê û PDK’ê yên li Mûsilê, bêyî ku li ber xwe bidin Mûsil radestî çeteyên DAIŞ’ê kir.  

Piştî Mûsilê, DAIŞ’ê berê xwe da Şengalê. PDK'ê ku dizaniya wê êriş bê kirin, beriya êrişa çeteyên DAIŞ'ê bajar terikandibû. Dîmenên hêzên PDK'ê yên ku hemû çekên xwe kom kirin û reviyan, xiyaneta wê raxist ber çavan. Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kir. Bi hezaran êzidî neçar man ji Şengalê derkevin û bi hezaran jî hatin qetilkirin. Civaka êzidiyan ev yek wek Fermana 74’an bi nav kir.

Di ser fermanê re 10 sal derbas bûn. Li gel 74 fermanan jinên êzidî di avakirina jiyaneke nû de bi israr bûn. Li ser vê bingehê di sala 2016’an de Yekitiya Jinên Şengalê (YJŞ) hat avakirin û jinên êzidî di dîrokê de cara yek yekîneyên xwe yên parastina cewherî bi rêxistin kirin. YJŞ bû sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê. Piştre bi avakirina Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) re hemû jinên êzidî bi vê banî de kom bûn û dest bi xwerêxistinbûnê kirin. Êzidî bi xebatên xwe yên niha xwedî li keda "12 siwariyên Derwêşê Evdî" derdikevin. Projeya neteweya demokratîk a Rêberê Abdullah Ocalan ji xwe re esas girtin û di jiyana xwe de pratîze dikin.

Di vê derbarê de endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Şengalê û berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico ji ajansa me re axivî.

Riham Hico di destpêkê de şehîdên fermana 3’yê Tebaxa 2014 ‘an bi bîr anîn û got: “Em wek civaka êzidî tu carî vê roja reş ji bîr nakin.”

Riham bal kişand li ser armanca êrişa li ser Şengalê ku bû sedem ku bi hezaran şeniyên Şengalê ji cih û warê xwe derkevin û wiha domand: "Êrişa li ser Şengalê encama lihevkirina di navbera hêzên hegomanîk û xiyaneta malbata Barzanî de pêk hat. Malbata Barzaniyan ji bo berjewendiyên xwe xiyanet li civaka êzidî kir. Civaka êzidî tu carî baweriya xwe bi van hêzan neaniye, ji ber ku her tim ji aliyê van hêzan ve rastî fermanan hatiye û di komkujiyan re derbas bûye."

Riham Hico bal kişand ser xiyaneta PDK’ê û got: “Civaka Şengalê tu carî xiyaneta PDK’ê ji bîr nake, ji ber ku di encama xiyaneta PDK’ê de bi hezaran jinên Şengalê hatin esîrgirtin û di sûkan de hatin firotin, cihên pîroz hatin xirakirin, Şengal hilweşandin û civaka Şengalê bê hêvî hat hiştin. Heta roja me ya îro jî xiyaneta malbata Barzanî û PDK’ê berdewam e. PDK’ê ne tenê xiyanet li civaka êzidî kir, di heman demê de bi hevkariya dewleta Tirk xiyanet bi hemû civaka Kurd dike. Ji ber vê divê gelê Başûr li hemberî hevkariya PDK’ê ya bi dewlata Tirk re derkeve û nerazîbûna xwe nîşan bide.”

Riham di axaftina xwe da bal kişand ser armanca avakirina TAJÊ û got: "Armanca bingehîn a TAJÊ ji jinên êzidî, Ereb, şîe, sunnî û hemû baweriyan, li ser esasê paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan, werin perwerdekirin, zanakirin û birêxistinkirin. Wek çandeke civaka xwezayî di veguhestina êzidîtiyê ji bo roja me ya îro de, rola jinan diyarker e. Li gorî vê rastiyê di roja me ya îro de jî di nav civakê de bi awayê herî baş ku karibe baweriya êzidatiyê, çand û exlaqa wê temsîl bike dayikên êzidî ne. TAJÊ dewrgirtina mîrasê di vê pêvajoya avakirina civakî de rol û misyon girtiye ser xwe."

Riham Hico destnîşan kir ku jinên Şengalê bi birêxistinbûna xwe bersiva fermanê da û zanabûna xwe bi pêş xist û got: "Niha gelek destkefiyên wan çêbûne. Ji bo destkeftiyên xwe biparêzin û ji bo kesên ku di fermanê de cih girtinê hesab bixwazin, têkoşînê didin meşandin."

ANHA