Hêrsa koçberekî ji Girê Spî: Li mala min bi cih bûne, lê ez di konekî de me!

Mistefa El Îdan ê ji ber dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wî ya li Girê Spî koçber bûye, hêrsa xwe der barê dagirkeriyê de anî ziman û got: "Edaleta dunyayê li ku derê ye? Li mala min bi cih bûne, lê ez jî di konekî de me."

Hêrsa koçberekî ji Girê Spî: Li mala min bi cih bûne, lê ez di konekî de me!
Hêrsa koçberekî ji Girê Spî: Li mala min bi cih bûne, lê ez di konekî de me!
Hêrsa koçberekî ji Girê Spî: Li mala min bi cih bûne, lê ez di konekî de me!
Hêrsa koçberekî ji Girê Spî: Li mala min bi cih bûne, lê ez di konekî de me!
24 îlon 2023   01:42

Di encama êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê yê Cotmeha 2019′an ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê de,  zêdetirî 300 hezar kes ji malên xwe koçber bûn.

Piştî dagirkirinê, dewleta Tirk û çeteyên wê malbatên çeteyan li malên koçberan bicih kirin da ku demografiyaya kantonê biguherin. Ji vê zêdetir  dewleta Tirk bi hezaran penaberên, iraqî û efganî ji Tirkiyeyê derxistin û wan li Girê Spî di malên koçberan de bi cih kirin. Plana dewleta Tirk a guhertina demografîk dewam dike.

′KOÇBERÎ KAMPAN HATIN KIRIN Û BIYANIYAN MALA MIN DAGIR KIR′

Koçberê bi navê Mistefa El Îdan (34) li kampa koçberên Girê Spî bi cih bûye ku Rêveberiya Xweser di 22′yê Mijdara 2019′an de ava kiriye. Mistefa bavê 5 keçan e, ji gundê Kor Hesatê ye (10 kîlomtereyan dikeve rojavayê kantona Girê Spî).

Mistefa El Îdan got: "Li dunyayê edalet nin e. Gelê Sûriyeyê çi kiriye heta ev tişt bi serî wî were kirin? Mala min li Girê Spî ye, lê min bihîst ku kesek ji Xûta Şerqiyê bi navê Ebû Heyder lê bi cih bûye. Ev kes berpirsê îstîxbaratên çeteyên Tirkiye ye. Ez û zarokên xwe di konekî de dimînin û êşa germa havînê û sermaya zivistanî dikişînin. Me mala xwe ya ku me bi ked û westandinê ava kiribû, hişt û niha kesên din niha lê dimînin. Edalet li ku derê ye?"

′DAGIRKER SIYASETÊN QIRÊJ PÊK TÎNIN′

El Îdan beriya koçber bibe di karê înşaetan (baton) de dixebitî, got: "Min ji kesên ku piştî me koçber bûn bihîs, çeteyan taxtên ku min pê debara xwe bicih dianî, dizîn. Her wiha min bihîst ku çeteyan di zeviyên min de çandinî û çinînê dikin. Ji ber şert û mercên dijwar ên koçberiyê ez wek karkerê rojî dixebitim da ku debara malbata xwe bikim. Em nikarin tiştekî bikin. Tevahî netewe û civaka navneteweyî çavên xwe li kiryarên dewleta Tirk çeteyên wê yên li dijî welatê me girtin û me bi tenê hiştin. Lê me tu carî hêviya vegera li malên xwe qut nekir, ji ber ku divê heqî li xwediyên wê vegere."

El Îdan bal kişand ser bicihkirina penaberan li Girê Spî û got: "Tirkiye sûdê ji mercên siyasî û leşkerî digire da ku planên xwe li warê me yê dagirkirî pêk bîne. Dewleta Tirk penaberên sûriyeyî yên ji bajarên wekî Heleb, Idlib û Hema û deverên din li malên me bi cih dike da ku demografiyaya herêmê biguhere, temenê aloziya Sûriyeyê dirêj bike û di encamê de êş û azarên me dirêjtir bike. Di heman demê de sûdê ji bêdengiya civata navneteweyî digire da ku planên xwe yên qirêj li ser xaka Sûriyeyê bi cih bîne."

Mistefa El Îdan di dawiya axaftina xwe de got: "Em bi hêviya vegera li warê xwe ve girêdayî ne. Em ji bo parastina zarokên xwe ji topên ku wekî baranê bi ser me de dibariyan, koçber bûn.  Dagirker wê têk biçin, dê herêmên me werin rizgarkirin û em ê vegerin ser xaka xwe."

Li kampa koçberên Girê Spî ya nêzî bajarokê Til Semir (35 kîlometreyan dikeve bakurê Reqayê) 6 hezar û 855 şêniyên ji Girê Spî hene. Koçber di rewşeke zehmet de ne û jêdera debara nine, di heman demê de rêxistinên alîkariyê erka paşguh kirine.

(bb)

ANHA