​​​​​​​Hêzên Şamê Idlibê topbaran kir: 2 kes hatin kuştin

Hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran herêmên Idlibê topbaran kirin, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî di nav de zarokek birîndar bûn.

​​​​​​​Hêzên Şamê Idlibê topbaran kir: 2 kes hatin kuştin
24 îlon 2023   07:17

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), şeva berê hêzên hikumeta Şamê yên li derdora herêma ′bêçke′ bi cih bûne herêmên gundewarên Idlibê topbaran kirin, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî di nav de zarokek birîndar bûn.

SOHR′ê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê kampeke li derdora Sermîn a li rojhilatê Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ′Tehrîr El Şam′ de ye topbaran kir.

Li gorî SOHR′ê, ji ber topbaranê hin kon şewitînin û birîndar rakirina nexweşxaneyê.

(fr)