Ji Desteya Jîngehê projeyên girîng

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew hewl dide bi rêya projeyên ekolojîk û belavkirina çanda jîngehêparêzê rê li ber qirêjkirina jîngehê bigirin.

Ji Desteya Jîngehê projeyên girîng
24 îlon 2023   00:35

Desteya Jîngehê hewl dide bi rêya birêxistinkirin û çavdêriyê li xebatên pîşesazî, çandinî û bazirganî yên dibin sedema qirêjbûna av, hewa, axê û bi rêya avakirina deverên xwezayî yên parastî jîngeheke pak û tendurist ava bikin.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm El Esed têkildarî erk û xebatên desteyê ji ajansa me re axivî.

Îbrahîm El Esed diyar kir ku piştî Desteya Jîngehê ji Desteya Rêveberiya Herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat cudakirin, Rêveberiya Xweser  di 24′ê Adara 2023′an de Desteya Jîngehê aktîf kir û Desteya Jîngehê bû desteyeke serbixwe ya girêdayî Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser.

Îbrahîm El Esed bal kişand ser xebatên ku desteyê pêk anîne û got: "Desteyê qada keskahî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fireh kir. Di rojên bê de wê plan û stratejiyên din hebin. Ev plan wê girêdayî deverên xwezayî yên parastî, av û çavkaniyên xwezayî bin, ku ji ber şer ji sedî 80 wêran bûne."

Têkildarî projeyên sala 2024′an ên Desteya Jîngehê El Esed got: "Dê deverên xwezayî yên parastî werin sererastkirin û dê dar lê werin çandin. Her wiha dê devên nû yên xwezayî werin avakirin da ku hevsengiya jîngehî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were parastin. Em ê girîngiyê bidin belavkirina çanda jîngehparêzê di nava civakê de. Her wiha em ê elaqeyê bidin parastina jîngehê ji karesaetên xwezayî wekî germbûna gerdûnê, qirêjiya hewa û axî. Dîsa jî em girîngiyê bidin rola jîngehê di parastina silametiya ferd û civakê ji nexweşiyan de."

Hevserokê Desteya Jîngehê anî ziman ku desteyê serdana saziyên sivîl û daîreyên Rêveberiya Xweser kir û qanûnên girîngiya ekolojiyayê, kontrolkirin û parastina wê bi wan dane nasîn.

El Esed destnîşan kir ku têkildarî binpêkirinên li dijî jîngehê ceza hene û wiha dom da axaftina xwe: "Li hemû kargehên pîşesaziyê hatiye ferzkirin ku  cihekî guncaw dûrî qadên niştecihan û xwezayê ji bo projeyên xwe hilbijêrin û tevahî şertên ekolojîk ên ku desteyê danîne bi cih bînin."

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm El Esed bal kişand ku kêmkirina asta ava çemê Firatê bandoreke neyinî li jîngehê û welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her pergaleke ekolojîk xwedî sîstemeke, eger pirsgirêk di vê pergalê de derkeve hingî wê karesaet û nexweşî belav bibin. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Firatê kêm kir nexweşî belav bûn û kêmkirina asta avê bû sedema qirêjbûna jîngehê."

(bb)

ANHA