Panorama hefteyê: Xwepêşandanên li herêmên Şamê dewam dikin

Rojnameyên erebî hefteya borî behsa xwepêşandanên li Siwêda yê Sûriyeyê û xwepêşandanên li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, girêbesta Amerîka-Îranê û rewşa li Başûrê Kurdistanê kir.

Panorama hefteyê: Xwepêşandanên li herêmên Şamê dewam dikin
23 îlon, 2023   23:38

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi serenavê “Şam xwepêşandanan paşguh dike” weşand. Rojnameyê diyar kir ku piştî zêdekirina muçeyên karmendan û girtina hin tedbîrên aboriyê ku rewşa jiyanî bi paş de xist, hikumeta Şamê li pêşiya parlamentoyê got ji ber şer rewş wisa bûye. Serokwezîr Hisên Ernûs jî duh got, “Aboriya nîştimanî, lêçûnên mezin di oxira parastina welêt û nasnameyî de da. Lê em di cengê serdestiyê û rûmetê de bi ser ketin û me biryara nîştimanî ya azad û serbixwe parast.”

Rojnameyê destnîşan kir ku Ernûs di civîna yekemîn a parlamentoyê de ku yekşemê li dar ketibû, xwepêşandanên li parêzgeha Siwêdayê paşguh kirin.

′ EM NÛNERÊN JI HÊLA TIRKIYEYÊ VE TÊN FERZKIRIN NAXWAZIN‎ ′

Rojnameya El Ereb li ser xwepêşandanên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî nûçeyek bi sernavê′Em nûnerên ji hêla Tirkiyeyê ve tên ferzkirin naxwazin′ nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku Sûriyeyiyên li herêmên dewleta Tirk dagir kirine li dijî qaşo ′Îtîlafê′ rabûn û xwepêşandan li dar xist. Ji ber ku ′Îtîlaf′ di destê hêzên herêmî de bi taybet dewleta Tirk bûyek alavek.

Li gorî rojnameyê xwepêşandêran êrişî navenda qaşo ′Îtîlafa Sûriyeyê ya hêz, şoreş û opozîsyonê′ li bakur-rojavayê Helebê kir û ew bi ajantiyê bi nav kir û ji wê daxwaza çûyînê kir.

Li gorî rojnameyê, piştî çend rojan ku ′Îtîlafa Sûriyeyê′ Hadî El Behra serokekî nû erkdar kir, ev xwepêşandan pêk hatin. Di civînekê li navenda ′Îtîlafê′ li Stenbolê de Hadî El Behra hate erkdarkirin.

′GIRÊBESTA DYA Û ÎRANÊ′

Rojnameya El Quds têkildarî girêbesta DYA û Îranê diyar kir ku rewşa heyî ya têkiliyên fermî yên DYA û Îranê destnîşan dikin ku lihevkirina pevguherîna dawîn a girtiyan gaveke ber bi rêveçûnên muhtemel ên siberoja têkiliyên Washington û Tehranê ye û dê bi xwe re peymana nukleerî ji nû ve zindî bike.

′MALBATA BARZANÎ JI TEQANDINA GEL BI FIKAR E′

Rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê ′Malbata Barzanî ji teqandina gel bi fikar e′ nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de destnîşan kir ku malbata Barzanî nîşan dide ku hevgirtina bi hêzên îslamî yên din re yên xwedî piştgiriyekê li parêzgehên Duhok û Hewlêrê dikarin hêrsa gel a ji ber rewşên civakî yên nebaş kêm bikin û pêşî li teqandina gel bigire; mîna çend salên borî de dema bi hezaran gel ji bajarên Kurdan li dijî rewşên aborî û civakî û nedana mûçeyan rabûne.