Hêzên ewlekariyê zarokek revandî ji malbata wî re vegerand

Hêzên Ewlekariya Hundirîn zarokê bi navê Arîn Omer Şêxmûs ê hatibû revandin, ji malbata wî re vegerand.

Hêzên ewlekariyê zarokek revandî ji malbata wî re vegerand
18 îlon, 2023   16:21

Zarokê bi navê Arîn Omer Şêxmûs (6) di 14′ê Îlonê de li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê ji aliyê kesên nenas ve hatibû revandin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku wan Arîn ji malbata wî re verand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn êvara roja Pêncşemê (14′ê Îlonê) giliyeke li ser revandina zarokê bi navê Arîn Omer Şêxmûs (6) li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê wergirtibû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, di encama lêkolîn û şopandinê de hejmareke kesên gumanbar û cihên wan hatin naskirin û hate gotin: ′′Kesên ku zarok revandin, ji tirsa ku hêzên me xwe bighînin wan, zarok radestî malbata wî kir û reviyan. Hêzên me wesf û navên kesên zarok revandibûn belav kirin, da ku bên girtin û radestî dadgehê bên kirin.′′

(bb)