Hin kesên di perasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de hatibûn binçavkirin hatin berdan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ber efûya giştî, hin kesên ku di operaysona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de binçav kiribûn, berdan.

Hin kesên di perasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de hatibûn binçavkirin hatin berdan
18 îlon, 2023   18:03

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku hêzên wan hejmarek kesên ku di dema operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de hatibûn binçavkirin, berdan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: " Piştî bidawîbûna lêpirsînê û ji ber efûya giştî ya ku berê hatibû derxistin, her wiha li ser daxwaza xelkê herêmê ev kes hatin berdan û radestî malbatên wan hatin kirin.′′

27′ê Tebaxa îsalê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi pêşengiya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê operasyoneke bi navê ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ′ê, bazirganên narkotî û sûcdarên ku kiryarên xirabkirinê kiribûn dabû destpêkirin. Di encama operasyonê de hejmarek kesên ku destên wan di xirabkirina milkên giştî, saziyên xizmetguzarî û belavkirina tevliheviyê de hebûn hatin binçavkirin.

(mh)