Gundên Girê Spî tên topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên rojavayê Girê Spî bi dijwarî topbaran dikin.

 Gundên Girê Spî tên topbarankirin
18 îlon, 2023   16:09

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Bîr Kino, Erîda, Kor Hesen, Bîr Ereb, Bîr Zinar, Xan, Cirin, Huriyê, Nehîd, depoya genim a Qizelî û gundê Qizelî yên li rojavayê kantona Girê Spî bi dijwarî topbaran dikin.

Di encama topbaranê de mal û milkên welatiyan zirar dîtin.

(bb)

ANHA