Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hate bibîranîn

Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê hunermend Rêber Îsa bi bîr anî.

Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hate bibîranîn
Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hate bibîranîn
Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hate bibîranîn
Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hate bibîranîn
Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hate bibîranîn
Hunermend Rêber Îsa li Amûdê hate bibîranîn
18 îlon, 2023   12:17

Bi boneya salvegera yekemîn a wefata hunermend Rêber Îsa (Rêber Agirî) li Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî li navçeya Amûdê, merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Şênî, hunermend, endamên Meclisa Navçeya Amûdê, Desteya Çand û Hunerê, Yekitiya Hunermendan, Tevgera Kevana Zêrîn a Çand Jinan tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de hevalê hunermend Rêber Elî yê Koma Agirî Elî Mensûr axivî û sersaxî da malbata hunermend û tevahî malbatên şehîdan.

Mensûr têkoşîna hunermend Rêber ji bo pêşxistina hunera kurdî, ragihandina êşên gelê Kurd bi rêya stranên xwe silav kir û got: “Tevî ku hikumeta Şamê gelek tengav dikir, lê dîsa Rêber têkoşîna xwe domand.”

Dûre kurê hunermend Rêber, Alan Îsa axivî û destnîşan kir ku ew dev ji têkoşîna bavê xwe ya di oxira pêşxistina hunera kurdî de bernade.

Di merasîmê de sînevîzyonek têkildarî jiyana hunermend Rêber Îsa hate pêşandan. Her wiha Navenda Çand û Hunerê ya Hûrî diyareke sembolîk da malbata hunermend Rêber.

Piştî bidawîbûna merasîmê, beşdaran serdana gora hunermend Rêber Îsa a li Goristana Şermûla ya bakurê Amûdê kir.

Hunermend Rêber Îsa 18`ê Îlona borî dema ji şahiya vekirina navenda çand û hunerê ya gundê Sinceq Sedûn vedigeriya, qeza kir û jiyana xwe ji dest da.

(şx)

ANHA