NY`yê hişyar da: Metirsî hene nexweşî li Lîbyayê belav bibin

Ajansên girêdayî NY`yê hişyarî da ku bajarê Derna yê Lîbyayê ya ji ber lehiyan bi hezaran kes jiyana xwe dest dan, bi xetereya belavbûna nexweşiyan re rû bi rû ye.

NY`yê hişyar da: Metirsî hene nexweşî li Lîbyayê belav bibin
18 îlon, 2023   13:13

Di hefteya borî de ji ber bahoza Danîalê lehiyên mezin li bajarekî rojhilatê berava Lîbyayê rabû û di encamê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî hîna winda ne.

Ajansên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku li gel zêdebûna xetereya belavbûna kolêra, navçûnê û nebaşiya xwarinê, 30 hezar mexdûrên lehiyê, bê strageh in û pêwîstiya wan bi ava paqij, xwarinê û pêdiviyên bingehîn hene.

Şandeyeke NY`yê ya ji bo piştgiriya Lîbyayê got: “Di çend rojên dawîn de, ji 9 ajansên NY`yê gelek kom li Lîbyayê belav bûn da ku alîkariyê bide mexdûrên bahoza Daneaîl û lehiyan.”

Şandeyê di heman demê de hişyarî da ku rayedarên xwecih, ajansên xêrxwaziyê û WHO`yê bi fikar in ku ji ber ava qirêj nexweşî belav bibin.

Şandeya piştgiriya Lîbyayê ya NY`yê bi daxuyaniyekê got: “Tîm, ji bo nehêle nexweşî belav bibin û nebin sedema aloziyeke din a wêranker xebatên xwe didomînin.”

11`ê Îlonê  ji ber lehiyê 2 bendav li Dernayê hilweşiyan û beşek mezin a ji bajarê beravî da ber xwe ku 100 hezar lê dijî. Av bi bilindaiya gelek metreyan rabû ku hinekan bi Tsonameyê wesifand. Di encamê de pirên rojhilatê bajêr bi rojavayê wê girê dide da ber xwe û hilweşand.

(şx)