​​​​​​​Jinên Siwêdayê banga bidawîkirina ‘serdema zordestiyê’ kir

Şêniyên Siwêdayê ev 5 hefte ne xwepêşandanên xwe didomînin. Jinên beşdar destnîşan kir ku xwepêşandanên wan ji bo bidawîkirina “serdema zordestiyê” dest pê kiriye.

​​​​​​​Jinên Siwêdayê banga bidawîkirina ‘serdema zordestiyê’ kir
18 îlon, 2023   12:08

Serhildana xelkê parêzgeha Siwêdayê li Qada El Kerame mehek li pey xwe hişt. Xelkê bajêr, ji bo pêkanîna daxwazên bingehîn ên hikumeta demkî, pêkanîna biryara 2254’an, xurtkirina nenavendîbûnê bi rêya avakirina hêzeke nîştimanî ya demokratîk, serbestberdana girtiyan û başkirina rewşa jiyanî, li qadan e.

Şêniyên gundê El Mecdel ê Siwêdayê, bang li gundiyan kir ku li pêşiya avahiya şaredariyê bi xwepêşandanekê li dar bixin û teqezî bi daxwazên xwe yên rewa bikin.

Her wiha jinên beşdar jî bang kir ku rê li pêşiya “rejîma ku keviran bêrî mirovan wêran dike” kir û got daxwazên wan mîna yên 2011`an in.

Têkildarî xwepêşandanan endezyara çandiniyê Raqiye El Şair got: “Xwepêşandanan mehek li pey xwe hişt. Xwepêşandanên me dest pê kirin ji bo ku serdema zordestiyê û rejîma sûcdar bi dawî bibe. Ji ber ku gel tengav bû, daket kolanan û jin bi awayekî berfireh û çalak tev lê bûn.”

Li gor NûJINHA’yê Raqiye diyar kir ku jin banga jiyana birûmet û ewlehiyê dikin û tevlêbûna wan balkêş bû, ji ber ku banga mafên xwe yên civakî nakin lê belê dixwazin rolekê di qada siyasî û aborî de bilîzin.

Raqiye bang li desteyên navneteweyî û civaka navneteweyî kir ku rê li pêşiya “rejîma ku keviran bêrî mirovan wêran dike” bigirin û zarokan biparêzin.

(şx)

ANHA