Hevbendiya Kurd û Ereban û ezmûna serkeftî: Burkan El Furat

Di Îlona 2014′an de, li hemberî êrişên çeteyan ên li ser herêmê, hevbendiyeke Kurd û Ereban bi navê Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat hat avakirin. Ev hevbendî yek jî ezmûnên serketî li herêmê ye û bû zemîna avakirina QSD'ê.

Hevbendiya Kurd û Ereban û ezmûna serkeftî: Burkan El Furat
16 îlon, 2023   00:45
MINBIC – ZANA SEYDÎ

15′ê Îlonê salvegera êrişa mezin a çeteyên DAIŞ′ê ya li ser kantona Kobanê ye. Di 15′ê Îlona 2014′an de DAIŞ′ê bi beşdarbûna bi hezaran çeteyên biyanî û wesayîtên leşkerî êrişeke berfireh birin ser kantona Kobanê. Li hemberî van êrişan berxwedaneke mezin hat raberkirin.

Di encama hevbendiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û komên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê ku piraniya şervanên wê ji pêkhateya Ereb de, Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat (Volkana Firatê) di 10'ê Îlona 2014'an de hat damezirandin. Armanc ji damezirandina Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat avakirina yekitiyekê û hevgirtinekê di nav pêkhateyên herêmê de û şikandina nakokiyên olî, mezhebî û neteweyî ye.  Lew ra ciwanên ji pêkhateyên cûda û deverên cuda yên Sûriyeyê tev li nava refên wê bûn.

Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat  li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ′ê berxwedaneke dîrokî di sedsala 21'emîn de nîşan da.

Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat tecrûbeyeke leşkerî ya serkeftî bû û yek ji bingehên avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bû.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş ku di salên 2014 û 2015'an de berdevkê Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat bû, ji ajansa me re axivî.

Derwîş anî ziman ku ji 88 teşkîleyên leşkerî yên girêdayî koma ku navê Artêşa Azad li xwe dikir, 2 teşkîleyên leşkerî mabûn û tev li Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat bûn û piraniya wan reviyan Tirkiye û hinek ji wan tev li DAIŞ′ê bûn.

Şervan Derwîş destnîşan kir ku ode yek ji 3 tecrûbeyên serkeftî yên wê demê bû û wiha pê de çû: ′′Li kantona Efrînê koalîsyonek di navbera YPG, YPJ, Ceyş El Siwar û Cebhet El Ekrad de çêbû, li kantona Cizîrê jî YPG, YPJ, Kombûna Lîwayên Cizîrê, Hêzên Senadîd û Meclisa Leşkerî ya Suryanî koalîsyonek ava kir.′′

Li Kobanê koalîsyona Kurd – Ereb roleke mezin di têkbirina DAIŞ'ê û rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de list û di Adara 2019′an de çeteyên DAIŞ′ê li Baxozê ya Dêrazorê têk bir ku baregeha dawîn di destê wê de mabû.

Derwîş got, koalîsyonên bi vî rengî tecrûbeyên serkeftî bûn û bûn hêmana sereke ya avakirina QSD'ê.

Li ser daxwaza komên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di 10'ê Cotmeha 2015'an de hat avakirin. QSD′ê ku meclisên leşkerî û yekîneyên parastinê yên li herêmê di bin sîwana xwe dike yek, pêngavên rizgarkirina Reqayê, pêngava tunekirina DAIŞ'ê li Baxozê, Berxwedana Serdemê li Efrînê, Berxwedana Rûmetê li Serêkaniyê , Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê û Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya Dêrazorê li dar xistin.

(mh)

ANHA