Dagirkeran zêdetirî 31 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par hiştine

Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê zêdetirî 31 hezar ji mafê perwerdeyê bê par in û jiyana zêdetirî 5 hezar xwendekarên din di metirsiyê de ye.

Dagirkeran zêdetirî 31 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par hiştine
Dagirkeran zêdetirî 31 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par hiştine
Dagirkeran zêdetirî 31 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par hiştine
Dagirkeran zêdetirî 31 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par hiştine
Dagirkeran zêdetirî 31 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par hiştine
Dagirkeran zêdetirî 31 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par hiştine
Dagirkeran zêdetirî 31 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par hiştine
Dagirkeran zêdetirî 31 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par hiştine
Dagirkeran zêdetirî 31 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par hiştine
Dagirkeran zêdetirî 31 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par hiştine
Dagirkeran zêdetirî 31 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par hiştine
Dagirkeran zêdetirî 31 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par hiştine
Dagirkeran zêdetirî 31 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par hiştine
15 îlon, 2023   23:55
HESEKÊ

10′ê Îlonê sala nû ya perwerdeyê dest pê kir û zêdetirî 800 hezar xwendekaran berî dan dibistanan. Lê ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û wêrankirina hin dibistanan, bi hezaran xwendekar ji mafê perwerdeyê bê par mane.

Gundewarên navçeyên Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa, bajarê Minbicê, kantona Şehba û gundên navçeyên Şera û Şêrawayê yên kantona Efrînê rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin, ji ber vê yekê li gelek dibistanan perwerde sekiniye û di encamê de 31 hezar û 502 xwendekar ji perwerdeyê bê par mane.

 He wiha çeteyan li gundên ku dagir kirine, bi dehan dibistan kirine baregehên leşkerî. Hewldanên dîtina alternatîfan ku xwendekar karibin perwerdeya xwe berdewam bikin, nesekinîne.

TIL TEMIR Û ZIRGAN

Li gorî daneyên Saziya Perwerdeyê ya Til Temirê û Zirganê, li Til Temirê ji 7 hezar xwendekarên her sê astan, 4 hezar 738 xwendekaran tenê xwe ji bo sala nû ya perwerdeyê tomar kirine û 2 hezar û 262 xwendekar ji ber êrişên dagirkeran ji perwerdeyê bê par in.

Ji destpêkirina dagirkirina gundên Til Temir û Zirganê ve, li Zirganê ji 8 hezar û 700 xwendekaran, hezar û 460 xwendekaran tenê hatine tomarkirin û 7 hezar û 240 ji perwerdeyê bê par mane.

Li Til Temirê bi giştî 126 dibistan hene, lê di dema heyî de 85 dibistan tenê aktîf in û 26 dibistan di bin serweriya artêşa Tirk û çeteyên wê de ne, her wiha li 15 dibistanên din koçberên ji bajarê Serêkaniyê hatin bicihkirin.

Hejmara giştî ya dibistanan li navçeya Zirganê 81 dibistan in. Îsal 40 dibistan tenê aktîf in. 35 dibistan din di bin serweriya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne, hinek dibistan wêran bûne û  li 2 dibistanan koçber hatine bicihkirin.

Rêveberiya Dibistanan a Til Temirê hinek mal veqetandine da ku xwendekar perwerdeyê berdewam bikin.

LI GIRÊ SPÎ 2 HEZAR XWENDEKAR JI PERWERDEYÊ BÊ PAR IN

Li gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê yên nêzî eniyên şer, derdora 2 hezar xwendekar ev 5 sal in ji perwerdeyê bê par in.

Ji destpêka dagirkirina Girê Spî ve di sala 2019′an de, perwerde li derdora 20 dibistanên nêzî eniyên şer yên li gundewarê rojavayê Girê Spî, gundên Xalidiyê, Dibis, Koltep, Xirbe Beyda û Denayê yên Eyn Îsayê ku bi domdarî tên topbarankirin hatin rawestandin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê hewl dide bi hevkariya Rêveberiya Dibistanan a Kontona Girê Spî perwerdeyê li gorî danan li dibistanên bidomîne. Desteyê ji ber dijwariya êrişan ên li ser gundên wekî Fatisa, Cedîdet Eyn Îsa, Kînana, Huriye, Bîr Elî û deverên din, hewl dide dibistanên nû li gundên ku êriş lê kêm in, veke.

Têkildarî dibistanên nêzî eniyên şer, berdevkê Rêveberiya Dibistanan a Girê Spî Cuman Îsa anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê proseya perwerdeyê asteng dikin û ji ber êrişên domdar ên li ser gundan malbat newêrin di dema topbaranê de zarokên xwe bişînin dibistanan.

Îsa îşaret pê kir ku ji ber rawestandina dewama li dibistanên nêzî eniyên şer, derdora 2 hezar xwendekar ev 5 sal e ji perwerdeyê dûr ketine.

Li gorî daneyên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê, hejmara îsal a xwendekarên ji kantona Girê Spî derdora 9 hezar xwendekar in û li 101 dibistanan perwerdeyê dibînin, hejmara mamosteyan jî 331 mamoste ne.

Rêveberiya Dibistanan a Girê Spî ji destpêka avakirina kampa Koçberên Girê Spî ve, dibistaneke li kampê vekiriye. Dibistana kampê dikare hezar û 500 xwendekaran pêşwazî bike.

ŞEHBA, GUNDÊN ŞERA Û ŞÊRAWAYÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên bi çekên giran û yên qedexekirî li ser gundên kantona Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawayê yên başûrê kantona Efrînê ya dagirkerî didomînin. Êriş bandoreke li qada perwerdeyê kir û dibistana gundê Bînê yê navçeya Şêrawayê û dibistana Qeramil ê Şehbayê hatin hedefkirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê bi derfetên xwe yên kêm di nava hewldanan de ye da ku xebatên perwerdeyê berdewam bikin. Di vê çarçoveyê gelek dibistanên sererast kirin û hinek mal kirine cihên perwerdeyê.

Li gundên nêzî eniyên şer 23 dibistan hene ku zêdetir 5 hezar xwendekaran dihewîne.

Li gorî Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Fadil Çawîş, ji ber lawazbûna binsaziya herêmê cihên taybet ên ku karibin xwendekaran di dema êrişan de biparêzin, tune ne. Çawîş destnîşan kir ku di dema êrişan de mamoste xwendekaran dişînin mal û dibistan têne girtin, di encamê de xwendekar ji perwerdeyê mehrûm dibin.

JI BER ÊRIŞAN LI 70 GUNDÊN MINBICÊ DEWAM HATIYE RAWESTANDIN

Bi destpêka sala nû ya perwerdeyê re êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên Minbcê zêdetir bûn, ji ber vê yekî Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û gundewarê wê dewama  li dibistanên gundên ku têne topbarankirin, rawestand.

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbic û Gundewarê wê Îbrahîm El Taha got: "Ji bo parastina silametiya xwendekaran û mamosteyan êrişên ketober, dewama li dibistanên gundên nêzî eniyên şer hatiye rawestandin."

Ji ber êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên dewam li 70 dibistanên li gundên Ereb Hesen, Erîma, Kawkilî, Îlan, Mezeret El Seyada û dibistana Zenqel a amadehî ji bo demekê hatiye rawestandin.

Îbrahîm El Taha anî ziman ku ji ber rawestandina dewamê zêdetirî 20 hezar xwendekar ji perwerdeyê dûr ketine. Komîteya Perwerde û Fêrkirinê lêkolîn dike ku eger êriş nesekinin, alternatîfekê peyda bike ku xwendekar li dibistanên dûrî qadên topbaranê perwerdeya xwe bidomînin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qUgChG_5afI?si=DOODVAdccAGJWxJq" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>