Çirûska Jîna

Serhildana “Jin Jiyan Azadî” ya piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkir salek li du xwe hişt.  Ji bo yekemîn salvegera serhildanê amadekariyên çalakiyên girseyî tên kirin.

Çirûska Jîna
16 îlon, 2023   03:30
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî di 13'ê Îlona 2022'yan dema ji bajarê Seqizê yê girêdayî Rojhilatê Kurdistanê ber bi Tehranê ve diçû cem xizmên xwe ji aliyê “polîsên exlaqê” ve bi hinceta tayê porê wê xûyakiriye hate binçavkirin. Polîsan Jîna birin navenda destgîrkirinê ya Vozara girêdayî Tehranê. Di binçavkirinê de Jîna rastî îşkenceyê hat ku 3 rojan di komayê de ma. Jina ciwan Jîna Emînî di 16'ê Îlona 2022'an de encama îşkeceya hêzên Îranê jiyana xwe ji dest da.

JI KÛÇEYEKÊ BER BI TEVAHÎ CÎHANÊ

Bi belavbûna agahî û nûçeya qetilkirina Jîna Emînî re yekemîn gelê Seqizê li dijî desthilatdariya Îranê derketin. Bi hezaran gel ji bo Jîna oxir bikin li Seqizê kom bûn û yekemîn dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” di merasîma wê de hate beriz kirin. PJAK û KODAR'ê li hemberî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê dewleta Îranê ve bang kir ku di 19'ê Îlonê de bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' û 'Şehîd namirin' beşdarî greva giştî bibin. Çirûska Seqizê re rapêrîn li 138 navendên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûn. Di her beşên civakê yên ku tevlî rapêrînê bûn daxwaza hilweşandina desthiladariyê û avakirina demokrasiyê kirin.

XWEDÎ CÛDABÛN E

Ev serhildan di gelek aliyan de xwedî destpêk û cûdahî bû. Di dîroka Îranê de cara yekem xwepêşandanek wiha salek li dû xwe hiştiye. Heman demê cara yekem e ku xwendekarên jin û tevahiya xwendekarên din tevlî çalakiyan bûn. Cara yekeme ku her beşên civakê xwe li derdora daxwaza hilweşandina desthiladariyê komkir. Heman demê cara yekem e ku xwepêşandan ewqasî deng veda û cîhanê belav bû.

Cûr be cûra rê û rêbazên çalakiyan jî xwedî wate û balkêşiyê bûn. Bi taybet birîna poran peyamek dida sîstema desthiladariyê. Di heman demê de wekî pêxistina findan, agir, meş, girtina dikanan, nivîsên li ser dîwaran, çalakiyên rûniştinê, çalakiyên li dibistan, zaningehan û çalakiyên komkirina îmzeyan de pêk hatin.

BI HER AWAYÎ ÊRIŞ

Her çalakî belavbûn û deng veda desthiladariya molla ya Îranê jî zext û êrişên xwe tundtir kir. Hêzên Îranê bi çek, cop, gaz û rêbazên tund êrişî xwepêşandanan kirin. Heman demê êrişî mal û kargehên xwepêşandanan jî hatin xirap kirin. Bi girtin, îşkence, binçavkirin û gefan re hewildan çalakiyan bêbandor bikin. Malbatên xwepêşandanan jî rastî zext û zordariya dewleta Îranê hatin. Çalakgerên ku di xwepêşandanan de hatin qetilkirin cenazeyên wan ji malbatan re nehatin radestkirin. Li girtîgehan de jî îşkenceya fizîkî û derûnî li girtiyan hate kirin. Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evîn de ji bo piştgiriya berxwedanê agir li qawîşan dan. Di vê berxwedanê de 4 girtî şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê ev berxwedana girtiyan li girtîgehên Sine, Tebrîzê û dehan girtîgehan belav bû. Êrişên li ser girtigehan jî zêdetir bûn ku li dijî van êrişan girtiyan dest bi rojiya birçîbûnê kirin.

WÊ BÎLANÇOYA SERHILDANÊ DI SALVEGERÊ DE BÊ DAYÎN

Dewleta Îranê bilançoya pêvajoya çalakiyan diyar nake. Lê li gorî agahiyên me ji Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê wergirtiye dewleta Îranê di salekê de sedan kes qetilkiriye, darvekiriye û bi hezaran kesan jî girtine. Li gor saziyê wê bilançoya salekê bi belgeyan di salvegera serhildanê de bê belav kirin. Daneyên ku bêne belav kirin bi giştî yên hatine teyîtkirin û hatine belgekirin in.

Tenê di meha Tebaxê 2023’yan de li gorî daneyên Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê de herî kêm 85 çalakvan û welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin.

Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) ku navenda xwe li Tehranê ye, diyar kir ku ji destpêka çalakiyan heta 15'ê Çileya 2023'an li Îranê di serhildanê de 524 (71 jê zarok, 68 jî endamên ewlekariyê) kes hatin qetilkirin. Heman demê ji wan 713 xwendekar bi giştî 19 hezar û 401 kes hatin girtin.

Xwendavanên keç yên dibistanên amadehî û navîn ku tevlî çalakiya bûn jî ji desthiladariya Îranê bêpar neman. Xwendevan hatin binçavkirin, îşkence kirin û girtin. Piştî vê dewleta Îranê dest bi rêbazê jehrîkirinê kir. Yekemîn dibistana xwendevanên keç li bajarê Kumê paşê jî bi dehan bajaran zarok û jinên xwendevan hatin jehrî kirin. 4 zarok ji ber jehrîkirinê jiyana xwe ji dest dan.

ROJNAMEVAN HATIN GIRTIN

Dewleta Îranê ji bo pêşî li belavbûna pêla xwepêşandanan internet li herêmê qût kir. Gelek rojnamevanan binçav kirin û girtin. Piştî ku rojnamevan Nîloofer Hamdeî û Elahe Mohammadî nûçeya der barê qetilkirina Jîna Emînî de belav kirin her du rojnamevan hatin girtin. Lîstikvan Taraneh Alîdostî, Taha Rasoûlîan û Mohammad Sadeghî yên piştgiriya çalakiyan kirin jî hatin girtin. Mehdî Yarrahiyê li dijî sergirtina mecbûrî stranek çêkir hat girtin û rojnamevan AL-Naz Mohammadî û Negîn Bagherî jî bi hinceta der barê çalakiyan de nûçe çêkirine hatin girtin.

Rojnamevan Nazîla Marofiyan a ku bi bavê Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû qetilkirin, hevpeyvîn kiribû, di 30’ê Tebaxê de cara çaremîn hatibû girtin. Rojnamevan Nazîla Marofiyan a ku bi bavê Jîna Emînî ya ku li Îranê hatî qetilkirin re hevdîtin kir û 4 caran hate girtin, bi kefalet (10 Îlonê 2023) hat berdan. Gelek kesên ku di torên medya dijîtal de derbarê xwepêşandanan gotar belav kirin, hatin girtin û cezayên girtîgehê lê hat birîn.

ÊRIŞÊN SER MALBATAN

Malbata Jîna Emînî û malbatên çalakgeran jî hatin binçavkirin. Dewleta Îranê mamê Jîna Emînî Safî Alî, ji 39 malbatan ên xizmên wan jiyana xwe ji dest dane herî kêm 80 kes girtin. Malbatan gefa hat xwarin ku tevlî çalakiyan nebin. Her wiha zext malbata hate kirin ku cenazeyan xizmena xwe yên di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dane bi awayekî veşartî veşerîn.

Dijî hemû hewildanên dewleta Îranê çalakî li Kurdistanê û Ewrupayê belav bûn. Bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengtiya jinan gelek çalakiyên cûr be cûr hatin lidarxistin. Di parlamentoyan de jinên parlamenter dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” beriz kirin û porên xwe birîn. Konferansên jinan ji bo serhildanê hatin lidarxistin.

BERIYA SALVEGERÊ OPERASYON

Ji bo amadekariya yekemîn salvegera serhildanê bernameyên çalakiyan hatin derxistin. Lê dewleta Îranê beriya salvegera serîhildanê bi mehekê li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hijmara leşkeran û zextên xwe zêde kirine.

Dewleta Îranê ji bo pêşîgirtina çalakiyan operasyonek li dar xist. Bi vê re parêzvanên mafên mirovan Sepîdeh Qalîan, Mateen Yazdanî, Foroûgeh Samî-nîa, Yasamîn Hashdarî, Helveh Javaherî, Zahra Dadres û Negîn Rezaî jî di nav de li seranserê welat herî kêm 50 aktivîst girtin. Gef li malbatan hat xwarin ku tevlî çalakiyan nebin.

AMADEKARIYA ÇALAKIYAN

Di çarçoveya lidarxistina çalakiyan de partî û aliyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê di 16'ê Îlonê de greva giştî ragihandin û banga tevlîbûnê kirin.

Yekitiya Jinên Ciwan yên Rojhilatê Kurdistanê bi boneya yekemîn salvegera destpêkirina serhildana Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê hate gotin; “Bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ emê jinên ciwan ên cîhan û welat azad bikin, ji bo vê jî pêwîstî bi azadiya Rêber Apo heye. Divê bi herkes bi şêwazek herî bihêz tevlî çalakiyên ji bo salvegera serhildanê bibin.”

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ji bo 1. salvegera qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya bi destê dewleta Îranê û pêşwaziya şoreşa jinê, bang li herkesî kir di 16 Îlonê de li qadan bin.

Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad ya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) jî serhildana bi şîara ‘Jin, jiyan, azadî’ hate kirin silav kir.

Ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di heman demê de wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek welatên Ewropayê wê çalakî bên lidarxistin.

ANHA