​​​​​​​′Federalîzm ji tevahî krîzên Sûdanê re çareserî ye′

Pispor û çavdêran got, ji ber pirrengiya wê ya çandî û eşîrtî federalîzm ji tevahî pirsgirêk û aloziyên Sûdanê re çareserî ye.

​​​​​​​′Federalîzm ji tevahî krîzên Sûdanê re çareserî ye′
2 îlon 2023   03:43
QAHÎRE – MUHSIN EL MISRÎ

Fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqelo (Himêdtî) ji bo avakirina dewleta nû ya Sûdanê însiyatîfek ragihand. Ev însiyatîf xwe disperê pergala federalîzmê.

Ev însiyatîf piştî 5 mehan ji şerê çekdarî yê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de hat ragihandin. Li gorî raporên navneteweyî, di encama şer de zêdetirî 4 hezar kes hatin kuştin û nêzî 4 mîlyon û nîv kes koçber bûn. Her wiha rewşa mirovî li welat Sûdanê bi awayekî mezin paş ket.

Têkildarî pêkanîna pergala federaliyê wek çareserî ji pirsgirêkên li Sûdanê re hin pispor û şîrovekarên siyasî ji ANHA′yê re axivîn.

GAVEKE NETEMAMBÛYÎ

Lêkolîner û şîrovekarê siyasî yê ji Sûdanê Silêman El Sibaî got: "Destpêkê divê em nas bikin bê pergala federal çi ye, nexasim ku mîna van cureyên pergalan li Rojhilata Navîn tên reşkirin. Federalîzm cureyek ji pergalên rêvebirina demokratîk e, ku tê de rêveberî ji hikumeta navendî, hikumeta federal û yekîneyên hikumetî yên biçûktir wek herêm an jî ayletan pêk tê."

El Sibaî destnîşan kir ku di rewşeke wekî ya Sûdanê de pergala federaliyê ya herî baş e hem di aliyê rûbera cografî hem jî yê di aliyê pirrengiya eşîrtî û çandî de ku, çavkaniyên tê de jî pir in.

El Sibaî diyar kir ku pêkanîna herêman li Sûdanê hatin destpêkirin, lê hikumeta Hemdûk xebatên wê berdewam nekirin. Her wiha got, eger federalî li Sûdanê pêk hatiba hingî rewşa welat nedigihişt asta şerê navxweyî.

El Sibaî ev li nirxandinên xwe zêde kir: "Pergala federaliyê piştî şoreşa hilweşandina El Beşîr hat pêşniyarkirin. Di wê demê de Ebdullah Hemdûk serokê hikumetê bû. Ji bo dabeşkirina Sûdanê li gorî herêman lihevkirinek çêbû û ji bo rêvebirina her herêmekê hilbijartin pêk hat. Her herêmek xwedî qanûneke taybet e ku xwe bi rêve dibe. Rêveberiya her herêmekê ji bo derxistina qaûnan û erêkirina wan li navnedê vedigeriya.′′

El Sibaî got, gel bi hemû beşên xwe piştgiriyê dide federaliyê ku qonaxa herî baş a li Sûdanê di dema pergala federaliyê de bû û got: "Hemû çavdêr, şîrovekar û şopdarên rewşa Sûdanê jî piştgiriyê didin federaliyê ji ber ku pergala herî guncaw ji bo welatekî mîna Sûdanê ye."

METIRSIYA PARÇEKIRINÊ

Serokê saziya El Nîl a Lêkolînên Afrîka û Stratejiyê Mihemed Ezedîn jî anî ziman destnîşan kir ku federalîzm ji pirsgirêka Sûdanê re çareseriya herî guncaw e, nexasim  ji ber ku xwedî çarçoveya pirrengiya ya çandî, eşîrî û cografî ye.

Ezedîn diyar kir ku berê federalî bi rengekî şaş hate bikaranîn, lew ra bi ser neket û got: "Eger komên li Sûdanê soz bidin ku pergala federaliyê vegerînin û bi awayekî baş bi kar bînin, dibe ku ezmûna herî serkeftî be."

Der barê însiyatîfa Himêdtî jî de Ezedîn got: "Himêdtî piştî ku tengav bû ji bilî banga pêkanîna federaliyê tu rêyên xilasiyê nedît û bi federaliyê dixwaze hizra qutkirina beşekî ji Sûdanê bi cih bîne û avakirina dewletekê pêk bîne."

Ezedîn wiha zêde kir: ′′Di dema niha de zehmet e ku pergaleke federalî li Sûdanê bê pêkanîn, ji ber ku ev yek dê di encamê de careke din bibe sedema parçekirina Sûdanê. Divê pêşî artêş bên yekkirin û çek ji tevgerên çekdar bên kişandin."

ZEHMETIYÊN LI PÊŞIYA PÊKANÎNÊ

Girêdayî heman mijarê, rojnamevana ji Sûdanê Hadiye El Hewarî wiha axivî: "Pêkhateyên rojava, başûr, rojhilat û navenda Sûdanê pergala federalî erê kiriye. Pêkanîna federalîzmê çareseriya herî baş ji bo Sûdanê ye ku dê ewlehiyê mîsoger bike. Lê belê pêkanîna vê pergalê di demeke wiha de ji ber ku şerê ku mûzaîka nîştimaniyê xirab kiriye, wek çareseriyeke dereng e û ji bo vê jî kedeke mezintir divê."

Hadiye El Hewarî wiha zêde kir: "Federalîzma li Sûdanê tê wateya ku herêma navîn û ya rojava bibin navendê biryarê, ji ber ku li van herêman serweta neteweyî ya welat wekî zêr, berhemên sewalvaniyê, boyaxa erebî, kuncî, pembo û hwd.. hene. Lê li bakurê ev berhem kêm in. Ji bo pêkanîna federaliyê divê di serî de çavnebariyên desthilatê werin kişandin.′′

Hadiye El Hewarî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku erêkirina pergala federaliyê bi asta naskirina wê ji aliyê şêniyên Sûdanê ve girêdayî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî : "Şêniyan ev tecrube di salên 50′î yên sedsala borî de pêk anîbû, lê tu pêşketin di aliyê aborî, geşkirin, edaleta civakî, rûmeta mirovên Sûdanê û azadiyan de pêk neanîne.′′

 (mh/bb)

ANHA