​​​​​​​Ehlen Simsum behremendiyên zarokan pêş dixe

Navendên Ehlen Simsum ku li herêma Cizîrê hatine vekirin ji bo pêşxistina zarokan di aliyê aqilî û bedenî de dixebitin.

​​​​​​​Ehlen Simsum behremendiyên zarokan pêş dixe
​​​​​​​Ehlen Simsum behremendiyên zarokan pêş dixe
​​​​​​​Ehlen Simsum behremendiyên zarokan pêş dixe
​​​​​​​Ehlen Simsum behremendiyên zarokan pêş dixe
​​​​​​​Ehlen Simsum behremendiyên zarokan pêş dixe
​​​​​​​Ehlen Simsum behremendiyên zarokan pêş dixe
​​​​​​​Ehlen Simsum behremendiyên zarokan pêş dixe
​​​​​​​Ehlen Simsum behremendiyên zarokan pêş dixe
​​​​​​​Ehlen Simsum behremendiyên zarokan pêş dixe
2 îlon 2023   02:37
QAMIŞLO – BESNE ŞEMO

Bi armanca pêşxistina behremendiyên aqilî û bedenî yên zarokan, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê di navbera salên 2022 û 2023'yan de 7 navend bi navê Ehlen Simsum  vekirin.

Desteya Jinan li Qamişlo 2 navend, li Tirbespiyê jî 2 navend, li Çilaxa navendek, li Amûdê jî navendek û li Dirbêsiyê navendek ên Elhen Simsum vekirine.

Navendên Ehlen Simsum ji bo pêşxistina behremendiyên derûnî, bedenî, hestiyarî û civakî yên zarokan dixebitin û hawirdoreke guncaw ji zarokan re ava dike da ku bi awayekî dirust dûrî atmosfera şer mezin bibin.

Navendên Ehlen Simsum zarokên ji 3 heta 8 salan pêşwazî dike û perwerde dike. Her wiha zarokên astengdar li gorî 65 çalakiyên himşmendî û lîstikan perwerde dike.  Perweriya ji bo zarokên astengdar li gorî du beşan têne dayîn. Beşa yekem taybet bi dostên navendê ye, ku tê de çalakiyên cûrbecûr tên pêkanîn da ku zarok karibin tiştên di mejiyê xwe de bînin ziman û têkiliyên wan bi derdorê re pêş bikeve.

Beşa duyem taybet bi malbatên zarokan e. Malbat li ser rêbazên nû yên dan û standina bi zarokan re û vedîtina meyl û behreyên zarokan têne perwerdekirin.

Dayika du zarokên ku li navenda Ehlen Simsum a Qamişloyê perwerdeyê dibînin, Hîlya Osman got: "Perwerdeya ku zarokên me digirin aliyên wan ên civakî û hestiyarî pêş dixin."

Hîlya Osman destnîşan kir ku keça wê pişt demekê ji girtina perwerdeyê li navenda Ehlen Simsum, pirsgirêka axaftinê derbas kir û got: "Min dît guhertineke zelal di keça min de çêbûye, niha baş diaxive.′′

Hîlya Osman wiha zêde kir: "Bi saya navendê zarokên min êdî baş dan û standinê dikin û êdî bê tirs hestên xwe tînin ziman.′′

Xebatkarên navendên  Ehlen Simsum li gor pîvanên taybet têne perwerdekirin ku derûniya zarokan fêm bikin û rêbazên dan û standina bi wan re pêş bixin.

Sena Ehmed El Şêx ku keça wê beriya nêzî mehekê ji navenda Ehlen Simsum derçûye got: "Keça min gelekî sûd ji çalakiyên li navendê wergirt û êdî dan û standineke baş bi kesên derdorê re dike. Yên ku bixwazin pêşerojeke xweş ji zarokên xwe re mîsoger bikin bila wan bişînin navenda Ehlen Simsum."

Rêvebera navenda Ehlen Simsum a li Qamişloyê Îman Heyder der barê sedema vekirina van navendan de got: "Ji ber rewşa şer a herêmê û bandorên wê li ser zarokan, desteyê xwest destekê bide van zarokan da ku pirsgirêkên ku di şer de bi wan re çêbûne çareser bike."

Îman Heyder diyar kir ku hejmara zarokan di her waneyekê de digihîje 50 zarokî.

(mh/bb)

ANHA