ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02-09-2023
- Xelkê bajarê Dêrikê diyar kir ku xwedîderketina li felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwedîderketina li azadî û demokrasiyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Rûspiyê eşîra Şemer Etiye El Amûdî El Şemerî diyar kir ku tevahî endamên eşîra Şemer piştgiriyê didin QSD`ê û got: “Em ji bo têkbirina hemû hewldanên xirakirina ewlehiya herêmê amade ne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Daîreya Avê ya bajarê Dêrikê ji bo çareserkirina pirsgirêka qutbûna avê ya li hin taxên bajar di nava hewldanan de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Navendên Ehlen Simsum ku li herêma Cizîrê hatine vekirin ji bo pêşxistina zarokan di aliyê aqilî û bedenî de dixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN).
- Pispor û çavdêran got, ji ber pirrengiya wê ya çandî û eşîrtî federalîzm ji tevahî pirsgirêk û aloziyên Sûdanê re çareserî ye. (BI WÊNE).
-Rûspiyên eşîrên Ereb ên navçeya Til Hemîsê têkildarî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de û helwesta wan a derbarê bûyerên li Dêrazorê rû didin de daxuyaniyekê didin, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Kongra Star a navçeya Dêrikê der bare tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan civînekê li dar dixe, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Meclisa Rûspiyên Dêrikê girêdayî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ û rewşa li Dêrazorê daxuyaniyekê didin saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Partiyên siyasî yên li navçeya Tirbespiyê jî der barê operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de daxuyaniyekê didin, saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Rûspiyên eşîrên navçeya Çilaxa têkildarî operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li ber avahiya Meclisa Çilaxa daxuyaniyekê didin, saet di 10:00′an de. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Nivîsgeha Jinên Êzidî û Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star a Helebê pêşangeheke alavên kevnar li ber navenda tenduristiyê ya li taxa Şêxmeqsûdê vedikin, saet 11:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-Meclisa Qebîleya El Cibûr der barê operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de daxuyaniyekê li gundê Silêmaniyê yê bajarê Hesekê didin, saet 18:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN).
-8′emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan di roja duyemîn de li bajarên Heseskê û Rilêmanê berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).
ANHA