Banga zelalkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan hat kirin

Şêniyên Dêrikê banga zelalkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir û soza domandina têkoşînê heta pêkanîna wê armancê nû kir.

Banga zelalkirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan hat kirin
14 tebax, 2023   23:38
QAMIŞLO

Bangên şêniyan ên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hemwextî meşandina siyasetên tecrîdê û qedexeya hevdîtinê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser Rêber Abdullah Ocalan, didomin.

Der barê vê mijarê de, şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo ev siyaset şermezar kirin. Welatiya bi navê Delal Osman tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Heta niha tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nîn e û hîn jî desthilata Tirk a dagirker hevdîtina parêzerên wî pê re qedexe dike ku li vê dawiyê jî nameyên gefxwarinê dane wî."

Delal Osman soza domandina têkoşînê li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan da.

Her wiha, welatiya bi navê Rizga Ebdulezîz got: "Tu qanûn li cîhanê wek qanûna li Îmraliyê tê meşandin tune ye. Nexasim cezayên displînî ku metirsiyê didin tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan."

Ebdulezîz wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk a dagirker nikare fikrê Rêber Abdullah Ocalan tune bike; ji ber ku fikrê wî di hundirê me de ye û em dê bi fikrê wî têkoşîna xwe bidomînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Fatme Hacî jî bang li şêniyan bi taybetî li jinên bindest kir ku têkoşîna xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Welatiyê bi navê Nedîm Omer wiha axivî: "Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berxwedan bingeh e. Em dê têkoşîna xwe mezin bikin ta ku rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan zelal dibe."

Omer bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û CPT'ê kir ku xwedî li erkên xwe derkevin û rewşa Rêber Abdullah Ocalan zelal bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

(mh/şx)

ANHA