​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbaniyên 15'ê Tebaxê

Bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir.

14 tebax, 2023   19:17

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 39'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişloyê pîrozbahî li parka taxa Kornêş bi beşdariya bi dehan şêniyên bajêr û astengdaran li dar ket.

Di şahiyê de peyama nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a taxa Kornêş a bi boneya 15'ê Tebaxê ji aliyê Xufran Kewkeb ve hat xwendin. Di nameyê de hate gotin, Pêngava 15'ê Tebaxê îsbat kir ku gelê Kurd dikare pêşengtiyê di qonaxa rizgarkirina gelan de bike.

Xufran Kewkeb destnîşan kir ku destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berhemên Pêngava 15'ê Tebaxê ne.

Şahî bi gerandina govendan li ber stranên şoreşgerî bi daw bû.

TEBQA

Bi dehan şêniyên Tebqayê, di nav de, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û partiyên siyasî, meclisên leşkerî û tevgerên jinan û yên ciwanan beşdarî şahiyê bûn.

Şahî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan li dar ket.

Di serî de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Hind El Xelîl got: "Pêngava 15'ê Tebaxê ya bi pêşengtiya şehîd Egîd ne tenê ji bo Kurdan, di heman demê de ji bo hemû gelên bindest û dagirkirî dîrokeke taybet e. "

Hind Xelîl destnîşan kir ku Pêngava 15'ê Tebaxê rê li ber qirkirina gelê Kurd girt ku ew derfeta azadiyê ya yekemîn û ya dawîn bû ji bo gelê Kurd û heta niha jî berxwedana gel didome.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê jî salvgera Pêngava 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin.

Bi dehan şêniyên navçeyê bi karwaneke wesayîtan salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir.

Karwanê wesayîtan li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan kom bû û li nav kolanên navçeyê geriya û li navenda navçeyê rawestiya.

KOBANÊ

Şêniyên bajêrê Kobanê Pêngava 15'ê Tebaxê li Goristana Şehîd Dîcle pîroz kir.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn û got, Pêngava 15'ê Tebaxê jiyaneke nû ji bo gelê Kurd afirand.

Piştre mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

(mh)

ANHA