`Em bi saya şehîd Egîd têkoşîneke çekdarî li dijî dijminan dimeşînin`

Hin welatiyên ji Helebê destnîşan kirin ku pêngava 15`ê Tebaxê bi awayekî mezin bandor li wan kiriye. dema ev pêngav dibihîsin, yekser tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibin. Her wiha diyar kirin ku dengê fîşeka yekemîn a ku şehîd Masûm Korkmaz avêtiye, li derdorê belav bû û dehf da gelê Kurd ku serî hilde û di rêya azadiyê de biçe.

`Em bi saya şehîd Egîd têkoşîneke çekdarî li dijî dijminan dimeşînin`
15 tebax, 2023   00:36
HELEB-NISRÎN ŞÊXO

Partiya Karkên Kurdistanê (PKK) piştî gelek hewldanên siyasî yên binkeftî bi dewleta Tirk a dagirker re, têkoşîna çekdarî bi teqandina fîşeka yekemîn di 15`ê Tebaxa 1984`an de ji aliyê Masûm Korkmaz (Egîd) ve ragihand. Ragihandina pêngavê ji bo tohildana şehîdên girtîgeha Amedê bû.

Pêngavê ku roja vejînê tê navandin, benda tirsê li gel gelê Kurd şikand. Li hember hewldanên dewleta Tirk a dagirker ji bo tunekirina wî sekinî, serî hilda û di rêya rizgariyê de çû. Her wiha pêngavê, zemînek ji bo avakirina hêzên leşkerî ava kir.

Bi boneya salvegera 39`an a pêngava 15`ê Tebaxê, welatiyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye eşkere kirin ku teqandina guleya yekemîn û destpêkirina têkoşîna çekdarî, gav û rêya herî guncew li hember êrişên mêtinger û dagirkeran e.

Bedran Hemo ev roj bi bîr anî û li Rêber Abdullah Ocalan, berxwedêrên di girtîgehan de û Herêmên  Parastinê yên Medyayê pîroz kir. Hemo got: “Pêngav, destpêka çirûska berxwedana dîrokî ya gelê Kurd e. Bi saya vê pêngavê, ciwanên me li hember sûcên dewleta Tirk a faşîst û zihniyeta hegemonîk, serî hildan.”

Her wiha Hemo destnîşan kir ku pêngav, bi komeke biçûk a hevalan dest pê kir lê niha bi hezaran ciwan tev li Tevgera Rizgariyê bûn û ev li gotinên xwe zêde kir: “Tevger firehtir bû, ji ber ku ev pêngav, pêngaveke rastîn e û li ser bingeha bawerî, cesaret û lehengiyê dest pê kir. Pêngava yekane ye ku benda tirsê li pêşiya gelê Kurd şikand û hişt ew tola xwe ji zordestan hilîne.”

PÊNGAVA 15`Ê TEBAXÊ BERDEWAMA BERXWEDANA 14`Ê TÎRMEHÊ YE

Hemo îşaret pê kir ku guleya şehîd Masûm Korkmaz teqandiye, kurd ji xewê şiyar kir, kirin berxwedêr û xwedî vîneke xurt û armanc û got: “Pêngava 15`ê Tebaxê qehremanî û vîn ji berxwedana girtîgehan a 14`ê Tîrmehê, ji têkoşîna her çar hevalan; Xeyrî Durmuş, Akif Yilmaz, Alî Çîçek û Mezlûm Dogan wergirt.

Bedran Hemo anî ziman ku berxwedêrên girtîgehan, roleke mezin di îsbatkirina hebûn û nasnameya gelê Kurd de lîst û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bangewaziya Mehmet Xeyrî Durmuş li hevalên xwe ku dest bi têkoşîna çekdar bikin, pêngava yekemîn a pêngava 15`ê Tebaxê bû. Piştî ku fêm kirin dewleta Tirk bi rêya siyasetê îqna nabe û heke li hember wê hêzek tune be, dê sûcên xwe berdewam bike.”

Silêman Arif jî diyar kir ku pêngava 15`ê Tebaxê, çareseriya herî guncew ji bo şikandina êrişên dewleta Tirk a dagirker e û got: “Dewleta Tirk a dagirker tiştekî ji siyasetê fêm nake. Diviyabû ji vê zûtir, têkoşîna çekdarî bihata ragihandin. Ji ber ku rêya yekane ya têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker e.”

Arif wiha pê de çû: “Şehîd Masûm Korkmaz, ji bo gelê Kurd hêzek bû ku hişt ciwanên wî tev li Tevgera Rizgariyê bibin û bi hezaran ciwan li ser şopa şehîd Masûm Korkmaz li hember dewleta Tirk a dagirker derketin.”

Ji ber ku şehîd Masûm Korkmaz bandor li wan kir, 7 xizmên Silêman Arif tev li tevgerê dibin. Têkildarî vê got: “Piştî ku me fêm kir dagirker û zordest mafên me ji me bi zorê stendine, me israr kir ku bi heman rêbazê wan ji nû ve bistînin. Ji bo wê jî em tev li gerîla bûn.”

RIZGARIYA JI KOLETIYÊ

Zeyneb Nasir jî pesn da rola şehîd Masûm Korkmaz ku kurd ji tariyê derxist ronahiyê û wiha domand: “Teqandina guleya yekemîn ji aliyê şehîd Egîd ve, rêya têkoşîn û rizgariya ji koletiyê ji kurdan re ronî kir.”

Zeyneb diyar kir ku şehadeta heval Egîd, ne dawiya berxwedanê ye lê belê berxwedan heta niha berdewam e û wiha anî ziman: “Şehîd Egîd şehîd bû, li şûna wî bi hezaran ciwan serî hilda. Bi saya wî em gihaştinê vê asta berxwedanê û me hêzên xwe yên leşkerî jî ava kirin.”

ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ BI SAYA PÊNGAVA 15`Ê TEBAXÊ BI PÊŞ KET

Ayten Reşo jî destnîşan kir ku teqandina guleya yekemîn ji aliyê şehîd Egîd ve, li derdorê deng veda, dehf da gelê Kurd ku serî hilde û di rêya rizgariyê de biçe. Ayten wiha axivî: “Em bi saya şehîd Masûm Korkmaz, têkoşîneke çekdarî li dijî dijminê xwe dimeşînin.”

Ayten bi bîr xist ku ji ber ku şehîd Egîd bandor li malbatê kiriye, 4 birayên wê tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn, 3 ji wan şehîd bûn; Nîdal Reşo (Rênas), Hesen (Bedran), Nedîm û yê din bi navê Mihemed Reşo (Fuad) di girtîgehên Tirkiyeyê de girtî ye.

Ayten got bi saya pêngava 15`ê Tebaxê şoreşa 19`ê Tîrmehê bi ser ket û wiha domand: “Şoreşa me gihaştiye asteke baş, Me gelek destkefî bi dest xistin, Ji ber ku em li ser şopa şehîd Masûm Korkmaz bûn. Me hêzên xwe yên leşkerî; YPG, YPJ û QSD`ê ava kirin.”

(şx)
ANHA