Ji bo hin beşên xwendinê yên zanîngehê ezmûnên qebûlkirinê

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo sala perwerdeyê ya 2023-2024`an biryara ezmûna qebûlkirinê ji bo hin beşên zanistî yên zanîngehan da.

Ji bo hin beşên xwendinê yên zanîngehê ezmûnên qebûlkirinê
7 tebax, 2023   07:48
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Xwendekarên ku pola 12`an serkeftî bi dawî kir, di sala perwerdeyê ya 2021-2022'yan de bi rêya ezmûna qebûlkirinê derbasî zanîngehan bûn. Di sala perwerdeyê ya 2022-2023'yan de hemû xwendekar bê ezmûna qebûlkirinê derbasî zanîngehan bûn.

Ji bo pêşxistina asta xwendekaran encamê, di navbera Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nîqaş û civîn çêbûn. Di encama nîqaşan de biryara vegerandina ezmûna qebûlkirinê di sala perwerdeyê ya 2023-2024`an ji bo çend beşan hat dayîn.

EZMÛNA QEBÛLKIRINÊ

Hevserokê Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulîlah Mistefa têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û eşkere kir ku xwendekarên ku dixwazin derbasî beşên endazyarî (Fakulteya Endazyariya Çandiniyê, Fakulteya Petrol û Petrokîmya, Fakulteya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk, Fakuleteya Zanistên Xwezayî û Teknolojî, Fakulteya Endazyariya Avakirinê) û beşên tenduristiyê (Fakulteya Bijîşkî û Peymangeha Tenduristî) bibin wê di ezmûna qebûlkirinê re derbas bibin. Mistefa got: “Ev fakulte û peymangeh asteke baş di materyalên weke bîrkarî, fîzîk û kîmya û biyolojî dixwaze, lewr a wê ezmûna qebûlkirinê li ser van her çar materyalan be. Hazirtiya vekirina fakulteya bijîşkî li zanîngeha El Şerq jî tê kirin.”

Ebdulîlah Mistefa destnîşan kir ku beşên derveyî endazyarî û tenduristî, xwendekar wê bê ezmûnan qebûlkirinê derbasî zanîngehê bibin. Lê ji bo beşên mîna Peymangeha Bilind a Ragihandinê, Fakulteya Perwerdehiyê, Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî û Fakulteya Endazyariya Avahîsaziya Ekolojîk wê hevîdtin bi xwendekaran re pêk bên.

Mistefa da zanîn ku wê mufadeleya vê salê giştî ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be û got: "Wê ji bo fakulte û peymangehên girêdayî desteyên Rêveberiya Xweser mîna peymangeha amadekirina mamosteyan û ya tenduristî jî derbasdar be. Li gorî vê yekê jî wê demê pêş de şert û merc bên diyarkirin.''

Li gorî Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê destpêka Îlonê bê mufadele bê eşkerekirin, di 20`ê heman mehê de wê ezmûna qebûlkirinê ji bo wan beşan bê çêkirin.

(bb)

ANHA