Li Eşrefiyê agir bi navendeke bazirganiyê ket

Li navendeke bazirganiyê yê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê şewat derket.

Li Eşrefiyê agir bi navendeke bazirganiyê ket
Li Eşrefiyê agir bi navendeke bazirganiyê ket
Li Eşrefiyê agir bi navendeke bazirganiyê ket
Li Eşrefiyê agir bi navendeke bazirganiyê ket
Li Eşrefiyê agir bi navendeke bazirganiyê ket
Li Eşrefiyê agir bi navendeke bazirganiyê ket
Li Eşrefiyê agir bi navendeke bazirganiyê ket
7 tebax, 2023   09:04
 HELEB

Vê berbangê li navendeke bazirganiyê ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê şewat deket. Ji ber şewatê zirarên madî yên mezin çêbûn û cih bi temamî şewitî.

Her wiha 3 welatiyên ku hewl da agir vemirînin, birîndar bûn. Navên birîndaran wiha ne; Besam El Hebîb (58), Mîrvet Mûîn (48) û Ferhan Ezîz (51).

Bi hevkariya tîmên agirkujiyê û şêniyên taxê agir hat vemirandin.

Yek ji xwediyên cihê ku şewitiye (Family Mall) Ehmed Silêman ji ajansa me re axivî û got: “Me saet 01:30`ê şev cihê xwe girt. Piştre cîranan agahî da me ku deng jê tên. Dema em hatin me dît ku agir bi her derê dikeve. Zirara me pir mezin e.”

Li gorî texmînên xwediyên dikanên li navenda bazirganiyê, şewat ji ber kehrebeyê derketiye.

(c)

ANHA