Heqê 11 hezar fatoreyên genim hatiye dayîn

Nivîsgeha Peredayînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha heqê 11 hezar û 174 fatoreyên genim daye. Li aliyekî din jî cotkar genim radestî navendî wergirtinê dikin.

Heqê 11 hezar fatoreyên genim hatiye dayîn
Heqê 11 hezar fatoreyên genim hatiye dayîn
Heqê 11 hezar fatoreyên genim hatiye dayîn
Heqê 11 hezar fatoreyên genim hatiye dayîn
Heqê 11 hezar fatoreyên genim hatiye dayîn
20 tîrmeh, 2023   06:22
REQA-EHMED EL ESAF

Ji 23′yê Gulanê ve navendên wergirtina genim, genim werdigirin. Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser diyar kiribû ku her kîloyek genim bi 43 sentan e.

Ji destpêka wergirtinê û heta 11′ê Tîrmehê ku Desteya Çandinî û Avdanê genim li navendên xwe wergirtin, genim gihaşt milyonek û 9 hezar tonan û 8 navendên wergirtinê yên Nivîsgeha Pere û Peredayînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fatoreyan serf dikin.

Li gorî gerînendeyê xebatên serfkirinê yê nivîsgehê Macid El Elî, ji 20′ê Hezîranê ve bi awayekî rojane fatoreyên genim tên dayîn.

El Elî aşkera kir ku wan bi rêya 8 navendan heta niha 11 hezar û 174 fatore serf kirine û got: "Hin caran xebat lawaz dimeşe. Ew jî ji bo ku tu pirsgirêk di dayîna fatoreyan de dernekevin. Ji ber ku ji bo belge û îsbatan pêdivî bi baldariyê heye."

El Elî anî ziman ku tu demeke diyar ji bo dayîna fatoreyan tune ye û wergirtina genim hîna dewam dike.

Nivîsgeha Pere û Peredayînê li ser rûpelên fermî yên Rêveberiya Xweser tabloya wergirtina fatoreyên genim, cureyên wê, dîrok û nivîsgehên dayîna fatoreyan parve dike.

(fr)

ANHA