‘Şoreşa Rojava hêviya gelan bû’

Endamên Kongra Star diyar kir şoreşa Rojava bûye modela neteweya demokratîk û paradîgmaya azadiya jinan û destnîşan kir ku dê asta têkoşîna jinan bilindtir bikin û şoreşê ber bi serketinê ve bibin.

‘Şoreşa Rojava hêviya gelan bû’
20 tîrmeh, 2023   01:45
ŞEHBA - ZEYNEB ŞÊXO

Şoreşa Rojava ku bi pêşengiya jinan li Kobanê yekemîn çirûska wê hate vêxistin, dikeve sala xwe ya 12`emîn.

Endamên Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê der barê şoreşa Rojava û rola jinan a din ava şoreşê de, ji ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2023/07/19/190430_zozan-hec-xell.webp

Zozan Hec Xelîl li ser şoreşa Rojava ku 19'ê Tîrmeha 2012'an li Kobanê dest pê kir, wiha axivî: “Rêber Apo hêza ku daye gel, di vê şoreşê de gelekî bi taybet jî da jinan. Bi taybet jî dema Rêber Apo şoreşa Rojava wek şoreşa jinan da pênasekirin, wê demê jinan bi vîn û bawerî cihê xwe di nava vê şoreşê de girt. Jinên Efrînê jî bi israra xwe di nava şoreşê de cih girt. Ji xwe re fikir û felsefeya Rêber Apo esas girt û karî şoreşa xwe bi ser bixin.”

Zozanê bal kişand ser çewisandina Kurdan û wiha got: "Kurd bi salan hatin çewisandin û helandin, lê bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re ji nû ve, bi destê jinan dîroka azadiya gelê bindest û dîroka azidiya jinan hate nivisandin.”

Zozanê wiha lê zêde kir: "Dewletên hegeman ji destpêka şoreşê de dixwazin şoreşa jinan û projeya neteweya demokratik, bi taybet jî Rêveberiya Xwesrer têk bibin. Jinan di her qadê de cihê xwe girtiye. Her wiha tevahî pêkhateyên hêrêman cihê xwe tê de girtiye. Vê jî hişt şoreşa Rojava bi ser bikeve.”

'ŞOREŞA JINAN E’

/kr/uploads/files/2023/07/19/190416_silava-cuma.webp

Silava Cuma ya ji pêkhateya Ereb ya ji Şehbayê jî diyar kir ku şoreşa Rojava ji bo wan bû vekirina deriya azadiyê û wiha got: “Şoreşa 19'ê Tîrmehê rola jinan di nava civakê de îspat kir. Di destpêkê de ji bo me jî zehmet bû, ji ber ku em di nava zîhniyeta zilaman û gelê Rojhilata Navîn de dijîn. Lê şoreşa Rojava bû şoreşa rizgarkirina jinan û azadikirina jinan a ji zîhniyeta baviksalar."

Silava wiha berdewam kir: “Bi şoreşa Rojava re jinên ji pêkhateyên Ereb û Şehbayê xwe di nava vê şoreşê de dît. Jin bûn xwedî biryar û di qadên siyasî, aborî, civakî, perwerde û leşkerî de jî cihê xwe girt. Şoreşa Rojava bû şoreşa dengê jinan. Ev serketina ku jinê bi dest xistiye, bi saya ramanên Rêber Apo ye."

Silava di dawiyê de wiha got: "Bi saya pêşengên me em gihaştin roja îro, lê jin dê şoreşa Rojava biparêzin û nehêlin dijmin şoreşa me biçewisîne. Em xwediyê şoreşa xwe ne."

ANHA