Li 6 navendan pîrozbahiyên salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê

Beşdarên pîrozbahiyên salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê soz da ku ew ê xebat û têkoşîna ji bo pêkanîna armancên şoreşê û di serî de rizgarkirina herêmên dagirkirî û pêkanîna pergaleke rêveberiyê ya civakî ku xizmeta gelê Sûriyeyê dike, xurttir û berfirehtir bikin.

19 tîrmeh, 2023   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo pîrozkirina salvegera 11`emîn a Şoerşa 19`ê Tîrmehê li “taxa Şêxmeqsûd a Helebê, taxa Zorava ya Şamê, Kobanê, Reqa, Qamişlo, Girkê Legê, Dêrik, Dirbêsiyê û Şedadê” yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên girseyî hatin lidarxistin.

Li qadên pîrozbahiyan, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên sivîl û leşkerî yên Şoreşa 19`ê Tîrmehê, alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî hatin daliqandin.

Qad bi pankertên ku dirûşemeya pîrozbahiyên îsal “Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin û netewa demokratîk mîsoger bikin” li ser hatiye nivîsandin, hatin xemilandin. Di pîrozbahiyan de nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her 7 rêveberiyên sivîl û xweser, nûnerên partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û rêxistinên jin û ciwanan amade bûn.

Pitşî ku bi hezaran şêniyên ji pêkhateyên “Kurd, Ereb, Suryan, Çerkez, Ermen” yên li herêmê bi cih û berên neteweyî gihaştin cihên pîrozbahiyan, pîrozbahiyan bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê Rêveberiya Xweser û saziyên wê û partiyên siyasî axaftin hatin kirin.

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo, Hevseokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet El Hebîb axivî. Hebîb destpêkê hemû şoreşgerên li eniyên şer silav kirin û got: “Şoreşê di gavên xwe de îsbat kir ku ew dikare rewşa heyî biguherîne û demokrasiyê mayînde bike. Her wiha îsbat kir ku ev şoreş, şoreşeke civakî ya li dijî zordestiyê ye.”

Hebîb, anî ziman ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa gelên li Rojhilata Navîn û cîhanê ye jî wiha dom kir: “Vê şoreşa xwedî fikirê demokratîk şerê zihniyetên zordest kir û fikir û têgihîştina li ser bingeha biratiya gelan, belav kir. Qonaxa ku em îro gihîştinê bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan e.”

Li ser navê tevgerên jinan jî berdevka Nivîsgeha Jin li Qamişlo Henîfe Mihemed axivî. Henîfe pesna fedakariyên di şoreşê de hatine nîşandan, da û got: “Em ê bi fedakariyên bi hezaran keç û xortên herêmê û xweragirtin,berxwedan û ruhê gelê herêmê bi ser kevin.”

Henîfe destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro ji her demê bi hêztir in û wiha dom kir: “Aliyên dijberên şoreşê di şexsê şehîd Yûsra û Rîhan de îradeya jina azad hedef digirin, lê belê bi hezaran jinên ku têdikoşin û rêya Rîhan û Yûsrayan temam dikin, hene.  Jina Kurd ji bo tevahî cîhanê bûye nimûne.”

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo jî, li ser navê Kongra Star endama Meclisa Navçeya Girkê Legê Nesrîn Mihemed axivî. Nesrîn behsa destkeftiyên jinan di salên şoreşê de û rola wê ya pêşeng kir û ev tişt gotin: “Ji bo pêkanîna armancên vê şoreşê, jinên Kurd, Ereb û Xiristiyan di hemû warên jiyanê de rol lîst û ji bo parastina destkeftiyên xwe têkoşiya û şer kir.”

Piştre, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Vîvan Beho Osê bal kişand ser hevgirtina pêkhateyan kir û destnîşan kir ku pêkhateyên hermê bi felsefeya neteweya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan, li hember êrişên hov sekinîn.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk a navçeya Girkê Legê Sirûr El Şetî jî di axaftina xwe de bal kişand ser parastina destkeftiyên şoreşê û got: “Divê em hevgirtî bin û li hember hemû hêzên ku hewl didin bi rêya êrişan, girankirina tecrîdê û gefxwarinên li Rêber Abdullah Ocalan şoreşa me têk bibin, refên xwe bikin yek.”

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3NNJZQqMRoI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Di pîrozbahiya li navçeya Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo de jî Hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî. Berekat bal kişand ser komkujî û hewldanên qirkirinê yên li dijî gelê Kurdistanê û destnîşan kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya ku bingeha xwe ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan digire, yên bi şoreşê rabûne ji qirkirinê parastin.

Endama Rêveberiya Kongra Star a kantona Qamişlo Hêvî Silêman jî wiha axivî: “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkoşîn û fikirê xwe yê azad yê xwe dispêre feslefeya Rêber Abdullah Ocalan bûn pêşengên civakê.”

REQA

Di pîrozbahiya li Reqayê de hevserokê Mecl isa Sivîl a Reqayê Xalid Berket îşaret bi berxwedana gel a li hemberî hemû astengî û xayînan ta çareserkirina aloziya Spriyeyê kir.

Rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiyayê jî Sewsen El Xelef jî got: "Cudahiya Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji şoreşên din ew e ku tevgera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji şoreşên din ên li Rojhilata Navîn rabûn, cuda bû. Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa demokrasî û azadiyê ye û şoreşa mîsogerkirin maf û rola xwezayî ya jinan e."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê Karwan Girê Spî jî bal kişand ser rola QSD'ê ya parastina herêmê de û diyar kir ku keç û xortên di nava QSD'ê de bi hemû pêkhateyên xwe destkeftî û serketin bi dest xistin.

KOBANÊ

Di şahiya li Kobanê de jî axaftin hatin kirin. Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl bal kişand ser ramanê Rêber Abdullah Ocalan di serxistina Şoreşa 19'ê Tîrmehê de û wiha got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê berhema felsefeya afirandina jiyana azad e ku Rêbertî pêşkêş kiriye. Gelên herêmê berhemê ku Rêbertî çandine, diçînin. Ji 11 salan ve gelê herêmê gotina xwe kir û qeydên koletiyê şikandin û îro bi hev re azad û ewle dijîn. Şoreşa me ji hemû azadxwazan re bûye rêyek."

Bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Ferîd Etê jî got:"Vê rojê kokên dîrokî yên gelên herêmê nûjen kirin. Di vê rojê de gelên tîhên azadiyê gotina xwe kir û bendên tirsê şikandin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji hemû şoreşan re bûye mînak."

Piştre cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezai El Mihemed anî ziman ku bajarê Kobanê li hemberî komployên li dijî projeya demokratîk bû kevirekî xurt û wiha dom da axaftina xwe: "Her şoreşek xwedî armanc e. Şoreşa me jî xwedî bingehên mirovahî ye ku têkoşerên wê destanên lehengiyê nîşan dan."

Endama Koordînasyona Kongra Star Zozan Berkel  Şoreşa 19'ê Tîrmehê li gelê herêmê pîroz kir û wiha got: "Ev roj xewna me ya bi sedên sala bû. Bi saya fedakariyên şehîdan û têkoşîna jinan ev xew bi cih hat.”

ŞAM

Bi heman boneyê Meclisa PYD'ê ya Şamê li taxa Zorava şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de endamê Meclisa PYD'ê Idrîs Mihemed daxuyanî xwend. Mihemed tevahî cangoriyên azadiyê bi bîra nîn û salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê pîroz kir.

Mihemed bal kişand ser rola PYD'ê di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de û diyar kir ku şoreşê xeta sêyemîn a durist hilbijart. Her wiha banga helwesta hevpar û derbaskirina nakokiyan li partiyên Kurd kir û anî ziman ku aloziya Sûriyeyê bi rêya diyalogên navxweyî çareser dibe.

(bb,c)

ANHA