Li Îmraliyê hemû qanûnên navneteweyî binpê dikin

Li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an ve di girtîgeha yekkesî ya Îmraliyê de hatiye girtin, pergaleke îşkenceyê û binpêkirinên herî giran pêk tînin. Ev binpêkirin li dijî tevahî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî ne.

Li Îmraliyê hemû qanûnên navneteweyî binpê dikin
28 hezîran 2023   03:17
QAMIŞLO - SOLÎN EHMÊ

Di girtîgeha yekkesî ya li girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê de li dijî Rêber Abdullah Ocalan zext û pergaleke îşkenceyê û tecrîdeke mutleq tên meşandin.

Di 10 salên pêş de Rêber Abdullah Ocalan yekane girtiyê di girtîgeha Îmraliyê de bû. Di Mijdara 2009'an de desthilata Tirk 2 hucreyên nû di girtîgehê de ava kirin û 5 girtiyên din veguhastinê. Lê dîsa jî Rêber Ocalan di hucreyeke yekkesî de tê girtin.

Rêber Abdullah Ocalan li ser girtîgeha Îmraliyê gotibû hewayê wê gelekî bi nêm e ku dikare mirov bi fîzîkî jî hilweşîne. Ji vê zêdetir, di odeyeke tarî de tecrîd heye ku bandoreke giran li laşê mirov dike.

Di vê raporê de em ê balê bikişînin ser binpêkirinên ku ji destpêka revandina wî ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan têne kirin.

MAFÊ ÎLTÎCAYA SIYASÎ

Ji destpêka derketina wî ya ji Sûriyeyê ve binpêkirinên derqanûnî li dijî Rêber Abdullah Ocalan têne kirin. Nepêşwazîkirina wî li gelek welatan jî li dijî qanûnên mafî îltîcaya siyasî ye. Ev qanûn di Peymana Mafên Mirovan a Yekitiya Ewropayê, Peymana Cinêvê ya sala 1915'an û Peymana Mafên Bingehîn de hatiye diyarkirin.

Her wiha mafê îltîcaya siyasî di madeya 14'an Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê de heye. Li gorî danezanê, mafê îltîcaya siyasî yê hemû kesên ku li welatê xwe yê dayikê tê astengkirin heye ku ji welatekî biçe welatekî din.

Dewleta Tirk madeya 26'an a benda 8'an a destûra xwe ya têkildarî mafên derbirîn û belavkirina fikiran binpê dike. Têkiliyên Rêber Abdullah Ocalan bi derve re qut kirine. Li gorî vê madeyê, parvekirina raman, nêrîn û belavkirina wan bi gotin an nivîskî ya jî wêneyan, mafê her kesî ye û mafê desthilata fermî nîn e ku mudaxeleyê lê bike.

GIRTINA MUEBBET                   

Cezayê darvekirinê ku dadgeriya dewleta Tirk di 29'ê Hezîrana 1999'an de li Rêber Abdullah Ocalan birîbû û piştre veguherî cezayê girîgehê yê muebbet, li dijî madeyên 2, 3, 9, 10 û 14 yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Li gorî navaroka van madeyan "Mafê her mirovekî heye ku qanûn wê/î biparêze. Nabe mirov bi qesd were darvekirin. Îşkencekirin, muameleya nebaş û cezayê li dijî rûmetê qedexe ne. Li gorî vê peymanê, her mirovek xwedî mafê derbirîn û baweriyê ye. Tevahî mirov bêyî cudabûna zayendî an entîk, reng, ziman, bawerî, nêrîna siyasî, neteweyî û civakî xwedî mafên azadiyê ne.

LI ÎMRALIYÊ ÎŞKENCEYA SIYASÎ

Muameleya nebaş û bêrêziya li hemberî rûmetê ku di girîgeha Îmraliyê de li dijî Rêber Abdullah Ocalan têne meşandin, li dijî madeya 3’yan a qanûnên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne. Li gorî vê qanûnê, nabe ceza yan muameleya dermirovî an jî îşkence li mirovan were kirin. Her wiha li dijî qanûna 1’an a Rêgezên Bingehîn ên Muameleya li Girtiyan (Rêgezên Nelson Madela) ne. Di vê qanûnê de tê destnîşankirin ku divê rêz ji hemû girtiyan, rûmeta wan û nirxên wan wekî mirov re were girtin û nabe îşkence, muameleya xirab an jî cezayê giran û kirinên dermirovî li girtiyan werin kirin.

TENDURISTÎ Û TEDAWÎ

Di madeya 3'yan a qanûnên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de tê gotin dewlet neçar e tenduristiya fîzîkî ya girtiyan biparêze û pêdiviyên tenduristiyê yên pêwîst pêşkêşî wan bike.

Di qanûna 24'an a "Rêgezên Nelson Mandela" de tê diyarkirin ku divê dewlet derfetên tenduristiyê ji girtiyan re peyda bike.

Ev qanûn li Îmraliyê tên binpêkirin û Rêber Abdullah Ocalan ji mafê tenduristiyê bê par tê hiştin.

MAFÊ DAXWAZ Û GILIYÊ

Têkildarî îşkence, muameleya xirab û ya dermirovî ku li dijî wî tên kirin, Rêber Abdullah Ocalan ji mafê gilîkirinê bê par e. Ev yek li dijî madeya 34’an a qanûnên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Di vê madeyê de tê gotin; mafê hemû kesên îdia dikin ew  qurbaniyên binpêkirinên ku ji hêla aliyên ku peymana mafên mirovan û protokolên wê îmzekirine ne, heye ku li dadgehê gilî bike. Dadgeh aliyên ku binpêkirinan dike, neçar dike vî mafî binpê neke.

AGAHÎ NAYÊN WERGIRTIN

Ji derdora 27 mehan ve li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Desthilata Tirk tu agahiyan der barê rewşa wî de parve nake. Ev yek li dijî beşên 1 û 2 yên madeya 1'emîn a peymana navneteweyî ya parastina hemû kesan ji windakirina bi darê zorê ye. Li gorî qanûnê, nabe tu kes bi zorê were windakirin.

Rêber Abdullah Ocalan ji mafê dîtina malbat û parêzerên xwe jî bê par e. Ev yek li dijî rêgezên 16/1 ê Peymana Mafên Mirovan a Cîhanê ya têkildarî girtiyan e.

Di qanûna 37'an a Peymana Mafên Mirovan a Cîhanê de jî tê gotin, mafê girtiyan heye ku bi peyman be yan jî serdanan be dem bi dem bi malbata xwe an jî dostên xwe re biaxive. Heman tişt di qanûna 58'an a Rêgezên Bingehîn ên têkildarî muameleya girtiyan (Rêgezên Nelson Mandela) de hatiye destnîşankirin. Li gorî qanûna Mandela, li gel çavdêriya pêwîst, mafê girtiyan heye dem bi dem peywendiyan bi malbat û dostên xwe re deynin. Her wiha li gorî qanûnên 61 û 63, mafê girtiyan heye bi domdarî rojnameyan bixwînin û li radyoyan guhdar bikin û bûyeran bişopînin.

Dîsa jî divê derfet û dem ji girtiyan re were peydakirin da ku parêzerên ku ew dixwazin serdana wan bike anku bi pisorekî qanûnî re bişêwire, bêyî ku astengî û çavdêriyeke veşartî hebe. Divê şêwir di bin çavdêriya karmendên girtîgehê de, ne li ber guhê wan were kirin.

GIRTÎGEHA YEKKESÎ

Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûna 45’an Rêgezên Nelson Madela ye. Li gorî Rapora CPT'yê ya 5'ê Gulana 2020'an, negirtina agahiyan ji girtiyan û tecrîdkirina ji cîhana derve nayê qebûlkirin, divê sînorek jê re were danîn.

CPT'yê têkildarî serdanên şandeya xwe ya li girîgehan di 5'ê Gulana 1999'an de raporek weşandibû. Di raporê de got nabe Abdullah Ocalan tenê di girtîgehekê de bi tenê were hiştin.

CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ

Dewleta Tirk bi hincetên nerast her sê mehan carekê "cezayê dîsîplînê" li Rêber Abdullah Ocalan dibire. Di rêgeza 16/1 a Peymana Mafên Mirovan a Cîhanê ya têkildarî muameleya bi girtiyan re, mafê her girtiyekî heye ku agahiyên bi malbata xwe an kesên ku ew hildibijêrin re parve bike û desthilat neçar e vê yekê pêk bîne.

Di qanûna 39'an a Rêgezên Nelson Madela de jî tê gotin, nabe girtî ji bo hemû kirin an binpêkirinan du carî were cezakirin û divê rêveberiyên girtîgehê hevsengiya di navbera cezayên dîsîplînê û binpêkirina ku ji bo cezakirinê ferz dike, li ber çavan bigirin û hemû cezayên dîsîplînê yên hatine birîn re qeyd bikin.

Ev kirin hemû beşeke biçûk ji binpêkirinên ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan têne kirin. Ji van binpêkirinan diyar dibe ku hemû qanûnên navneteweyî veguherîne pergaleke ferdî û li Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan têne meşandin.

(bb)

ANHA