​​​​​​​′Bi êrişên dagirkeriyê dê nekarin şoreşa jinan rawestînin′

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got ev êriş dê nekarin şoreşa jinan bidin rawestandin.

​​​​​​​′Bi êrişên dagirkeriyê dê nekarin şoreşa jinan rawestînin′
​​​​​​​′Bi êrişên dagirkeriyê dê nekarin şoreşa jinan rawestînin′
​​​​​​​′Bi êrişên dagirkeriyê dê nekarin şoreşa jinan rawestînin′
​​​​​​​′Bi êrişên dagirkeriyê dê nekarin şoreşa jinan rawestînin′
​​​​​​​′Bi êrişên dagirkeriyê dê nekarin şoreşa jinan rawestînin′
28 hezîran 2023   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de êrişên bi balafirên bêmirov û biçek li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Herî dawî jî erebeyeke Meclisa Kantona Qamişlo li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma şehîd bûn û hevserokê meclisê Gabî Şemûn birîndar bû.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Rîma Mehmûd bal kişand ser hedefgirtina jinan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û got: "Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Şoreşa 19′ê Tîrmehê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi Şoreşa Jinan tê naskirin, êrişên xwe li dijî jinên pêşeng ên ku rola girîng di pêkanîna armancên şoreşê de lîstine, dewam dike."

Rîma diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li ser herêmê têkbirina projeya neteweya demokratîk û vîna gelê herêmê ye û wiha domand: "Wê dewleta Tirk a dagirker negihîje mirada xwe. Em ê armancên şoreşa xwe biparêzin û hêviyên şehîdên xwe pêk bînin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Sebah Mûsa jî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker jinan dike armanc. Ji ber ku şoreşa me şoreşa jinan e, bi wan êrişan dixwaze vîna me bişikîne û şoreşa me têk bibe."

Li aliyekî din jî endama Nivîsgeha Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Beha Binyamîn a ji pêkhateya Suryan got tu kes nikare vîna jinan lawaz bike û serbilindiya xwe bi şehadeta hevrêyên xwe di oxira parastina axa pîroz de anî ziman.

Behayê got: "Em ê bi yek dest bin, fikra berxwedanê li hember dewleta Tirk a faşîst xurt bikin."

′EV ÊRIŞ ŞOREŞA JINAN NASEKINÎNIN′

Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fatme Merwan wiha got: "Piştî dewleta Tirk a dagirker di siyaset û leşkeriyê de bi bin ket, siyaseta siûqastkirina li dijî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî. Em van êriş û hedefgirtina hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiweş û endamê meclisê Ferat Tûma şermezar dikin."

Fatme diyar kir jinên Dêrazorê li ser şopa pransîbên demokrasî, têkoşîna rizgariya jinan û geşkirina rola wan di civakê de ne û wiha got: "Ev êriş şoreşa jinan naskinînin. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku helwesteteke cidî û tund nîşan bide û qedexeya qada hewayî li ser herêmên me ferz bike."

Her wiha hevseroka Nivîsgeha Rêxistinan a Meclisa Sivîl a Dêrzorê Îman El Mihêmîd jî wiha got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina jinên sivîl û siyasetmedar ew e ku vîna jinê bişikîne, şoreşa wan têk bibe, derbeyê li projeya Rêveberiya xweser bide, şerê taybet û çanda dorpêçê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ferz bike."

Îman di dawiyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên îdiaya parastina aştiyê dikin helwestên cidî li hember sûc û binpêkirinên li dijî jinan nîşan bidin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e6wICqUjWx8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>