​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-6-2023

Li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an ve di girtîgeha yekkesî ya Îmraliyê de hatiye girtin, pergaleke îşkenceyê û binpêkirinên herî giran pêk tînin. Ev binpêkirin li dijî tevahî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-6-2023
27 hezîran 2023   23:00

Li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an ve di girtîgeha yekkesî ya Îmraliyê de hatiye girtin, pergaleke îşkenceyê û binpêkirinên herî giran pêk tînin. Ev binpêkirin li dijî tevahî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û got ev êriş dê nekarin şoreşa jinan bidin rawestandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi hatina Cejna Qurbanê re koçberan got hêviya wan derxistina dagirkeran ji xaka wan e û bi vegera li xaka xwe ya piştî rizgarkirinê kêfxweşiya wan dê temam dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Xalid Îbrahîm destnîşan kir ku helwestên navneteweyî li hember biryara dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê hîna di nîqaşê de ne û ne zelal in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tora 20'an a civînên Astanayê bi biryara qedandina dan û standinan li Astanayê bi dawî bû. Gelo Kazaxistanê bi vê biryarê helwesta xwe li hemberî Rûsyayê guhert an jî ev destpêka toreke nû ye?

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sibeha cejnê serdana goristanên şehîdan dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA