Hêviya yekane ya koçberan veger e

Bi hatina Cejna Qurbanê re koçberan got hêviya wan derxistina dagirkeran ji xaka wan e û bi vegera li xaka xwe ya piştî rizgarkirinê kêfxweşiya wan dê temam dibe.

Hêviya yekane ya koçberan veger e
28 hezîran 2023   00:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Cejna Qurbanê ya îsal jî hat, lê hîna bi hezaran koçber dûrî malên xwe dijîn ku dewleta Tirk dagir kirine.

Koçberên di rewşên koçberiyê û jiyana li kampan de amadekariyên cejnê dikin, diyar kir hêviya wan a yekane derxistina dagirkeriyê ye.

CEJNA LI GEL KOÇBERÎ, ÊRIŞ Û DORPÊÇÊ

Li kantona Şehbayê bi hezaran koçberên ji Efrînê rûbirûyî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û dorpêça hikumeta Şamê dijîn.

Koçbera bi navê Fatme Bekir a ji Cindirêsê got: "Ji 2018′an ve tevî 6 ferdên malbata xwe di koneke Kampa Serdemê de bi cih bûme û em di rewşên dijwar re derbas dibin. Ruxmî hatina Cejna Qurbanê jî, lê kêfxweşî ne mîna ya li Efrînê ye."

Fatmeyê wiha domand: "Em ji bo zarokên xwe cejnê pîroz dikin. Cejna me ya herî xweş, vegera li Efrînê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e."

Koçbera bi navê Xedîce Îbo jî ya ji navçeya Şerayê ku li Kampa Berxwedan bi cih bûye, têkildarî dorpêçê û êrişên dagirkeriyê wiha got: "Mîna li Efrînê dikir, me zêde xwe ji bo cejnê amade nekiriye. Hêviya me ya yekane rizgarkirina Efrînê ye."

CEJNA RASTEQÎN DERKETINA DEWLETA TIRK JI XAKA ME YE

Li navçeya Eyn Îsayê jî ku bi hezaran koçberên kantona Girê Spî hene, kêfxweşiya amadekirina cejnê li gel rewşên koçberiyê ya 4 salan tune ye. Koçberan got cejna wan a rasteqîn derketina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji warên wan û vegera li malên xwe ye.

Koçbera bi navê Ruqeye Mihemed (40) ku ji gundê Şergirakê ye, got piştî ji warê xwe hatin koçberkirin û ji cîranên xwe bi dûr ketin, tu kêfxweşiya hatina cejnê nabînin. Ruqeye diyar kir ku cejna wan a rasteqîn derketina dewleta Tirk a dagirker ji xaka wan, vegera li mal û milkên xwe ye.

Li ser amadekariyên cejnê Ruqeye ya dayika 2 zarokan, wiha axivî: "Niha hevjînê min ajokarê stêreke avê ye û mehaneya wî hema têrî pêdiviyên me yên sereke dike. Ji lew re me tu şêraniyên cejnê amade nekirin û me cil ji zarokên xwe re nekirîn."

Der barê mijarê de koçbera bi navê Salhe Osman (57) a ji Girê Spî û dayika 9 zarokan e, hatina cejnê li misilmanan û cîhanê pîroz kir û got ji ber ku dûrî Girê Spî ye xemgîn e û kêfxweşiya cejnê hîs nake û wiha got: "Kesên ku xaka wan hatibe dagirkirin cejn li cem tune ye."

Salîha niha bi kurê xwe yê biçûk Ehmed re dijî. Ehmed endamekê komîteyên navçeya Eyn Îsayê ye û bavê 3 zarokan e û yek ji wan nebîna ye. Lê li gel van rewşên zehmet û bihabûnê Ehmed pêdiviyên cejnê nekirîne.

Saliha cejnên ku beriya dagirkirinê bi cîran û xizmên xwe re pîroz dikirin bi bîr anîn û got, cejnên berê gelekî xweş bûn, şêraniyên cejnê amade dikirin û cilên nû ji zarokên xwe re dikirîn. Saliha anî ziman piştî koçber bûne destê wan teng bûye. Saliha got, ew bi zorê debara jiyanê û kirêya xaniyan peyda dikin û got ew karê hemaltiyê û parastinê dikin ku beşeke biçûk a pêwîstiyên wan ên bingehîn bi cih tîne.

Dapîra Saliha di dawiyê de destnîşan kir ku heta dagirker ji xaka wan dernekevin û ew vegerin xaka xwe, dê kêfxweşî tune be.

‘HÊVIYA YEKANE VEGER E’

Rewşa koçberên Serêkaniyê ji ya koçberên Efrîn û Girê Spî ne cuda ye. Hêviya wan jî qewitandina dagirkeran û vegera li malên xwe ne.

Xelîl Moro yê ji Serêkaniyê got: "Em Cejna Qurbanê li xizm û malbatên xwe pîroz dikin. Lê ji ber dûrbûna me ya ji bajarê me û xizmên me yên ku piştî koçberiyê berbelav bûn, êşa me heye.''

Xelîl Moro got: "Ne mîna kêfxweşiya berê ye. Berê me amadekariyên cejnê dikirin û qurbanî dianîn.''

Moro hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştiyê û vegera koçberan li malên xwe û got: "Hêviya min a pêşîn û dawîn em bi silametî vegerin malên xwe û bajarê xwe.''

Koçbera bi navê Xezalê Bozo ya li kampa Serêkaniyê dimîne got: "Em li vê kampê dijîn. Em rojên berê ku me li malên xwe dijiyan û îro tînin ber hev, lê ka em çi bêjin.''

Xezalê Bozo diyar kir ku beriya derdora mehê wan şêranî amade kirin û cilên cejnê ji zarokên xwe re kirin û wiha domand: "Lê niha em naxwazin ev bone hebin, ji ber ku ji bo me zehmet in.''

Xezalê di dawiyê de got: "Di boneyên mezin wekî cejnan, ya ku ewil tê bîra me bajarê me yê dagirkirî ye û çawa me cejn li gel malbat û xizmên xwe pîroz dikir. Hêviya me ya yekane dagirker werin qewitandin, em vegerin malên xwe û bajarê xwe û wekî berê bi aştî bijîn.''

(fr/bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aAssK7sgcQU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>