Xalid Îbrahîm: Ji bo dadgehkirina DAIŞ`iyan tu helwest derneketine

Xalid Îbrahîm destnîşan kir ku helwestên navneteweyî li hember biryara dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê hîna di nîqaşê de ne û ne zelal in.

Xalid Îbrahîm: Ji bo dadgehkirina DAIŞ`iyan tu helwest derneketine
27 hezîran, 2023   23:38
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser di 10`ê Hezîranê de ragihand ku ew ê dest bi dadgehkirina çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî bike. Vê biryarê di qada herêmî û navneteweyî de deng veda. Her wiha bû rojeva çapemeniya li herêmê.

Endamê Desteya Rêveber a Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Îbrahîm got: “Piraniya dewletan hîna helwesta der barê mijarê de nîqaş dikin. Me hewl da helwestên hin aliyên navneteweyî têkildarî biryara rêveberiya Xweser bipirsin, lê ne erênî ne neyînî tu helwest nîşan nedan.”

Îbrahîm anî ziman ku wan bi hin dewletên Koalîsyona Navneteweyî re jî peywendî danîne û got: “Li gorî me ji wan fêm kiriye, ew hîna nîqaş dikin. Em li bendê ne ku helwestên wan zelal bibin.”

Têkildarî peywendiya bi welatên Ereban re jî, Îbrahîm got: “Hin kanalên peywendiyê di navbera Rêveberiya Xweser û hin dewletên Ereban de hene. Lê ji bo ku bikarin di rêveçûna dadgehkirinê de destwerdaneke erênî bikin, hîna tiştekî zelal nîn e. Derdorên erebî ji bo Rêveberiya Xweser pir girîng in.”

Îbrahîm diyar kir ku hin saziyên hiqûqî yên navneteweyî têkildarî mekanîzmaya dadgehkirinê, qanûn, aliyên ku dadgehkirinê bi rê ve bibin û awayê dadgehkirinê de hin pirs kirine.

Îbrahîm bi bîr xist ku her kesê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî rêveberiyê, pêkhate û koman sûc kiribe, çi mêr çi jin an jî zarokên ku temenê wan rê dide darizandinê, dê werin dadgehkirin.

Xalid Îbrahîm bi bîr xist ku biryara Rêveberiya Xweser a darizandina çeteyan piştî bangewaziyên rêveberiyê ji bo aliyên navneteweyî yên ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê, hatiye girtin û got: “Lê biryara Rêveberiya Xweser nayê wateya ku rêveberiyê dev ji wan bangewaziyan berdaye.”

(c)

ANHA