Salek piştî şehadeta Ferhad Dêrik

Di yekemîn salvegera şehadeta Ferhad Dêrik de li akademiya ku li ser navê wî hatiye vekirin, şagirtên belavkirina fikra azadiyê û parastina nirxan tên gihandin. Li aliyê din hesab ji berpirsyaran nehat pirsîn, êrîşên dagirker û nokeran dom kirin.  

Salek piştî şehadeta Ferhad Dêrik
Salek piştî şehadeta Ferhad Dêrik
Salek piştî şehadeta Ferhad Dêrik
Salek piştî şehadeta Ferhad Dêrik
Salek piştî şehadeta Ferhad Dêrik
Salek piştî şehadeta Ferhad Dêrik
17 hezîran, 2023   01:17
QAMIŞLO/SÎMA BIROKÊ

Di ser şehadeta Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Şiblî (Ferhad Dêrik) re salek derbas bû. Ferhad Dêrik ku ji bo dermankirina nexweşiya xwe çûbû Silêmaniyê, roja 17’ê Hezîrana 2022’yan li herêma Kelarê di encama bomberana balafira bê mirov a bi çek a dewlet Tirk de li gel 3 hevalên xwe şehîd bibû.  

Şoreşger Ferhad Dêrik ku di sala 1977`an li gundê Qidrêrik ê girêdayî navçeya Dêrikê jidayik bûye, ji destpêka salên 1990`î ve dest bi têkoşînê kiriye.  Bi rêya dayika xwe Şêrîn Omer tevgera azadiya Kurdistanê nas dike û di 1993`yan de tev li kar û xebatê şoreşgeriyê dibe.

Ferhad Dêrik di wan salan de li gelek herêm û bajarên Rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê xebat meşandine. Di sala 1997’an de li cem Rêber Abdullah Ocalan perwerde dibîne, piştre jî derbasî çiyayên Kurdistanê dibe. Li gelek deverên Herêmên Parastina Medayayê û Wargeha Şehîd Ristem Cûdî (Mexmûr) kar meşandiye.

ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ Û PÊŞENGIYA AVAKIRINA PERGALA XWESERIYÊ

Bi destpêkirina buhara gelan û aloziya li Suriyeyê re Ferhad Dêrik jî berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Di pêşengiya wî û hevalên wî de kurdên Rojava jî xwe li gorî şertên demê rêxistin dikin û sazumaniya pêk tînin. Di vê çarçoveyê de sala 2011’an Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) tê avakirin û Ferhad Dêrik dibe yek ji damezirînerên wê. Dema Şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) destpê kir jî dibe yek ji pêşengeyên şoreşê. Di aliyê parastin, rêxistinkirin û perwerdekirina civakê de rolek girîng dilîze. Bi taybetî li Heleb û Efrînê di rizgarkirina herêman û avakirina pergala gel de pêşengiyê dike.

Li gel rizgarkirina herêman, sîstema rêveberiya xweser jî tê avakirin (2014) û Ferhat Dêrik dibe yek ji pêşengên vê xebatê jî. Ji komîn heta meclis û rêveberiyên herêman gel rêxistin û araste dike. Tevî ku di şer de lingekî xwe winda kiribû jî, ji Heleb, Efrîn, heta Minbic, Kobanê, Girê Sipî, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê gel perwerde kir, sîstem da nasandin û bi têkoşîna xwe cihê xwe di nava civakê de çêkir. Herî dawiyê wekî Cîgirê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat hilbijartin.

BU HEDEFA NEMERDAN

Şoreşger Ferhad Dêrik li gel xebatên avakirina sîstema xweseriyê, bi nexweşiyan re têdikoşiya. Di vê çarçoveyê de sala 2022’yan ji bo ji bo tedawiyê derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Lê nemerdan ew xistibû hedefa xwe. Roja 17’ê Hezîrana 2022’yan dema li gel 3 hevalên li navçeya Kelar a girêdayî Silêmaniyê bû, balafirek keşfê ya bi çek a dewleta Tirk a dagirker seyareya wan bombebaran kir. Di êrîşê de şoreşger Ferhad Dêrik û 3 hevalên xwe şehîd bûn.  

Cenazeyê şehîd Ferhad bi beşdariya deh hezaran kesan li Dêrika Hemko spartin axê. Li tevahiya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê konên sersaxiyê hatin danîn.

HESAP NEHAT PIRSÎN, ÊRÎŞ BERDEWAM KIRIN

Dewleta Tirk a dagirker ku dijî tevgera azadiyê hemû planên wê têk diçin, Başûrê Kurdistanê ji xwe re kiribû hedef. Li vir bi alîkariya nokerên xwe şoreşger û welatparêz şehîd xistin.  Di 16`ê Îlona 2021`an de li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu yê ji Bakurê Kurdistanê bû hedef û birîndar bû. 17`ê Îlona 2021`an Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK`ê ya Başûrê Kurdistanê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) dîsa li Silêmaniyê bû hedefa endamên MÎT`ê nokerên wan û şehîd bû. 17`ê Gulana 2022`yan welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Zekî Mihemed Çelebî li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê bi êrişeke çekdarî hat hedefgirtin û 18`ê Gulanê şehîd bû. 17’ê Hezîranê Cigirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad Dêrik li Kelarê hat şehîdxistin.

Piştî şehadeta Ferhad Dêrik salek derbas bû, lê heta niha kujer nehatine dîtin, hesap ji berpirsyaran nehatiye pirsîn. Li aliyê din êrîşên dagirker û nokeran berdewam kirin.

Di 28`ê Tebaxa 2022`yan Endamê Encûmena Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Suheyl Xorşîd Ezîz ku wekî Mamosta Şemal tê nasîn li bajaroka Kifrî ya herêma Germiyanê li ber deriyê mala xwe hat şehîdxistin.

Di 4`ê Cotmeha 2022`yan de li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê di encamê êrişeke nemerdane de rojnamevan, rewşenbîr-akademîsyen û yek ji pêşengên xebata Jîneolojiyê Nagîhan Akarsel hat şehîdxistin. Piştî êrîşê kes hat girtin, lê heta niha piştperdeya êrîşan nehatiye ronîkirin.

17’ê Nîsana 2023’yan welatparêzê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Huseyîn Turelî li bajarê Duhokê di êrîşek çekdarî de şehîd bû.

Herî dawî Silêmaniyê Endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan, di 9`ê Hezîrana 2023`yan de hat gulebarankirin û 10`ê Hezêranê şehîd bû.

ŞAGIRTÊN RÊYA WÎ TÊN GIHANDIN

Berpirsên şehadeta Ferhad Dêrik nehatin cezakirin, lê li Bakûr û Rojhilatê Suriyê bi mezinkirin û kûrkirina armancên şehîdan bersiva pêwîst tê dayîn. Piştî şehadê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi navî Şehîd Ferhad Dêrik akademiyek ava kir. Li vê akademiyê heta niha bi sedan kes hatine perwerdekirin. Şargirtinê ji vir derdikevin, dibin belavkarên fikra azadiyê, jiyanîkirina hêviyên şehîdan û pêkanînerên parastina nirxan.

MALBAT: PÊWÎSTE HESAP WERE PIRSÎN

Malbata Şehîd Ferhad jî, odeyek malê bi wêne û bîranînê wî dagirtî ye. Her wiha li ser jiyan û têkoşîna wî xebata nivîsandina pirtûkekê jî tê meşandin.

Xwîşka Şehîd Ferhad a bi navê Daliya Şibîl destnîşan kir ku ew ê bîranîna şehîdan bidin jiyandin û têkoşîna wan bidomînin. Daliya Şiblî anî ziman ku di ser şehadeta birayê wê de salek derbas bûye, lê hîn hesap ji berpirsan nehatiye pirsîn û got: “Divê aliyên pêwendîdar lêpirsîn bikin û ew ajanên ku dihêlin dewleta Tirk a dagirker xwe bi hêsanî bigihîne welatparêz û şoreşgeran derxînin holê. Divê bi hevgirtina gelan ev sîxur ji nav wan bên avêtin.”

WÊ BI BERNAMEYAN BÊ BIBÎRANÎN

Bi minasebeta yekemîn salvegera şehadeta Ferhad Dêrik, roja 17’yê Hezîranê ango roja şehadetê wî bernameya bîranînê li Dêrikê bê lidarxistin. 19’ê Hezîranê jî, wê li Reqayê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bîranîn pêk were.

ANHA