Dema mirov li Tirkiyeyê dinêre Rojava tê dîtin - Rauf KARAKOÇAN

Dema mirov li Tirkiyeyê dinêre Rojava tê dîtin - Rauf KARAKOÇAN
17 hezîran, 2023   00:08

Karê destpêkê yê hikumeta piştî hilbijartinan li Tirkiyeyê hate avakirin, ew bû ku dijminatiya Kurdan êrişkartir bike û bidomîne. Di hefteya dawîn de di êrişên li ser sînor de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û ew qas kes jî birîndar bûn. Huseyîn Arasan li navenda bajarê Silêmaniyê hate înfazkirin. Li ser Heleb, Ehdas, Şehba, Minbic û Qamişloyê êrişên bi dronan çêbûn. Mexmûr û Şengal jî bûn hedefa êrişan. Ev hemû êrişên li ser Kurdan polîtîkaya sereke ya rêveberiya AKP-MHP'ê ya faşîst nîşan didin.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BÛYE PAŞBAXÇEYÊ TIRKIYEYÊ

Di hilbijartinan de helwesta Kurdan a li hemberî desthilata faşîst gelekî zelal bû. Hikumet heçku tolê ji  Kurdan hildide, êrişî wan dike û hewl dide bi çavtirsandinê teslîm bigire. Berfirehbûna Tirkiyeyê li erdnîgariya Kurdan bi saya hevkariya PDK'ê li Başûrê Kurdistanê encam girt. Jixwe Kurdên PDK'ê teslîm girtine. Hewlêr êdî bûye bajarekî Tirkiyeyê. Ne tenê bazar û îmaja bajêr, her wiha rêvebiriya wê de jî bûye xwedî gotin û serdest bûye. MÎT ketiye nava siyaset, aborî û îdareya Başûr. Bi hêsanî cînayetan dike û failên wan qet nayên girtin. Di polîtîkayên PDK'ê yên li hemberî Mexmûr, Şengal û Rojava de MÎT xuya dibe. Herî dawî girtina deriyê sînor ê Sêmalkayê jî li gorî telîmata Tirkiyeyê bû. Bi êrişên bênavber ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hewl dide gerîla bi temamî îmha bike û bi vî rengî temamiya Başûrê Kurdistanê entegreyî Tirkiyeyê bike û vê yekê bi destê PDK'ê pêk bîne.

DOR HATE ROJAVA

Rewşa heyî ya li Rojava, ji her alî ve desthilata faşîst a li Tirkiyeyê aciz dike. Tu carî li destketiyên siyasî yên Kurdan û bidestxistina wan a statuyê tehemûl nake. Dema ku desthilata faşîst a AKP-MHP'ê çav berda Sûriyeyê, fikra hilweşandina rejîma Esad û dagirkirina wê ji bo pêkanîna armancên xwe yên berfirehbûnê û heke mimkun be li xaka xwe zêde bike, gelekî biha li ser rûnişt. Di dewamkirina şerê navxweyî de bi rola pêşengiyê rabû. Bû sedem ku şer ew qasî wêranker bibe, gel bê qetilkirin û bi milyonan kes ji cih û warê xwe bibin. Dema ku di polîtîkaya xwe ya derve ya berfirehbûnê û êrişkar de nekarî encamên dixwaze bi dest bixe, xwest bi Esad re li hev bike. Ji bo vê jî dijminatiya li Kurdan û hesreta hilweşandina Rêveberiya Xweser daxwaza wan a sereke ye. Armanca êrişa domdar a li ser Rojava ev e. Çi dibe bila bibe, dixwaze Rêveberiya Xweser ji holê rake.

Da ku êrişên dagirkeriyê yên nû li ser Rojava pêk bîne, rê xweş dike. Dibe ku bi êrişên hewayî û yên bi topavêjan windahiyan çêke, lê belê ne pêkan e ku encamên mayînde bi dest bixe. Ji ber vê yekê dibe ku planên alternatîf bikevin dewrê. Yek ji van vebijêrkan jî ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser li ser maseya çaralî ya li Moskovê bi hemû hêza xwe dixebite. Hewl didin Amerîkayê ji herêmê derxin da ku rê li ber operasyonên nû yên bejahî vekin. Vebijêrkeke din jî ew e ku li ser alternatîfên hevkirineke bi rejîma Esad re bixebitin. Heke pêwîst bike jî hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bin kontrola Rêveberiya Xweser derxe û pêşkêşî rêveberiya Şamê bike û di pêşeroja Sûriyeyê de bibe xwedî gotin. Bi tifaqa xwe ya bi çeteyên li Sûriyeyê re, ji niha ve bi dagirkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re rêveberiyeke fiîlî ava kir. Her cure çalakiyên nerewa li van herêman bi rêya belavkirina terorê pêk tîne. Dema pêwîstî pê hebe, dudilî nabe ku terora DAIŞ'ê ber bi Ewropayê ve îxrac bike û veguherîne amûreke xebatên xwe yên siyasî-dîplomatîk. 

MÎNYATÛRA TIFAQA CUMHURÊ

Piştî ku Tirkiyeyê dest di şerê navxweyî yê Sûriyeyê werda, bi saya têkiliyên xwe yên bi bermahiyên çeteyên El Qaîdeyê û DAIŞ'ê re xuyanga herêmê guherand. Li Sûriyeyê bi afirandina hêzeke leşkerî ji çeteyan, bû hêzeke bibandor. Ne tenê li Sûriyeyê, li Lîbya û Ermenistanê jî li derveyî sînorê xwe dest di şeran werda. Di nava sînorên Tirkiyeyê de komkujiyên Enqere û ya Pirsûsê pêk anîn. Di mîtînga hilbijartinê ya HDP'ê ya Amedê de komkujî kir. Bi penaberan demografî guherand û ji xwe re girseyeke olperest ava kir. Heta welatîbûn da wan û kir ku di hilbijartinan de bi ser bikeve. Di dema pêwîst de dest ji bikaranîna van penaberan berneda û li dijî Ewropayê wek navgîneke şantajê bi kar anî. Bêhtir bi pêş ve çû û bi pêkanîna êriş û kiryarên derve yên çeteyên li Îngilistan û Fransayê re hewl da çavtirsandî bike. Bi kurtasî tifaqa bi çeteyan re bûye amûreke pirarmancî.

ÇETE ANÎN SER RÊVEBERIYA DEWLETÊ

Tifaqa ku Erdogan piştî hilbijartinê ava kir, mîna amûreke pirarmancî ye. Bi hilgirtina çeteyan ji bo rêveberiya dewletê re hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo herêmê tifaqeke gelekî xetere ava kiriye. Tifaqa Cumhur dişibe tifaqa ku bi El Nusra, DAIŞ, Heyet Tehrîr El Şam û hin hêzên din re hatiye avakirin ku di nava wan de hêzên paramîlîter ên ku jê re dibêjin Artêşa Azad a Sûriyeyê jî heye. Hem rêveberiya dewletê, hem jî piraniya parlamentoyê ji çeteyan pêk tê. AKP-MHP, BBP, Partiya Vatan, Hûda-Par, Partiya Yenîden Refah belaya herî mezin in ku bi serê Tirkiyeyê de hatine. Armanc dike ku hemû muxalifên li Tirkiyeyê tesfiye bike. Dadgeh ji bo vê yekê pir dixebitin û bêhiqûqî dê li deriyê her kesî bixe.

Di hikumeta li Tirkiyeyê û parlamentoya heyî de bê guman tê payîn ku Kurdan bikin hedef. Bê şik û guman êriş dê dijwartir bibin. Rojava di her warî de hedef e. Bi êrişên ji derve û hundir ve dê hewl bidin tifaqa Ereb-Kurdan ji hev bixin, Rêveberiya Xweser bê hilweşandin û bê fonksiyon bikin. PDK jî senaryoyan amade dike ku rêveberiya îdarî bi dest bixe û hewl dide rêxistina ENKS'ê ya perexur û Saziya Alîkariyê ya Barzanî ku weke Parastinê kar dike, bixe nava Rojava. Tifaqa dewleta Tirk a bi çeteyan û PDK'ê re sînorên cografîk derbas dike û êrişî Rojava dike.

Mimkun e ku mirov li Tirkiyeyê binêre lê Rojava bibîne. Kurd neçar in ku di navbera parçeyan de yekitiyeke stratejîk ava bikin û bi çalakiyên hevpar tev bigerin. Her êrişeke li ser Rojava divê wek êrişa li ser Bakur were fêhmkirin, her êrişa li ser Bakur wek êrişa li ser Rojava were fêmkirin û li ser vê bingehê tev bigerin. Dema pêş a têkoşînê, ji bo yekitî û aktîfbûna Kurdan, mecbûr dike ku sînorên cografîk ji holê bên rakirin.