​​​​​​​Şoreşgera ku 25 sal berê rêbaza têkoşîna îro jî nîşan daye…

“Em îro careke din di qonaxeke kirîtîk re derbas dibin. Pêwîste her Kurdek bigihîje hişmendiya pêvajoyê û tevlî vî şerî bibe. Em jibîr nekin belkî di dîrokê de em tekane şansê xwe dijîn. Eger vî şansê xwe baş bikar neyînin, emê amûrê destê herkese. Wê demê pêwîste em hemû di bin meşaleya ku Rêber Apo digire de kom bibin.”

​​​​​​​Şoreşgera ku 25 sal berê rêbaza têkoşîna îro jî nîşan daye…
17 hezîran, 2023   04:37
NAVENDA NÛÇEYAN- HÊLÎN EYLÛL

Ev hişyarî 25 sal beriya niha ji aliyê têkoşera mezin Sema Yuce ve hatibûn nivîsandin. Îro salvegera 25’an a şehadeta Sema Yuce ye û hişyariyên wê îro jî zindîbûna xwe diparêzin, rê nîşan didin.

Sala 1998’an dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêbertiya wê, êrîşên piralî dom dikirin. Li aliyê din dengê plangeriyên mezin ku gelek hêzên herêmî-navnetewî tê de cih girtin û dê piştre derkeve holê dihat bihîstin. Li beramberî êrîşan têkoşîn û berxwedan jî kûr û piralî dibû. Rûpelên nû li dîroka têkoşîna azadiyê dihatin zêdekirin û duryanên nû destpê dikirin. Şoreşgerên pêşeng, bi taybet ên jin, rengê têkoşînê diyar dikir.

Gerila PKK’ê têkoşera mezin Sema Yuce (Serhildan-Leyla) ku wê demê di zindana bajarê Çanakkale yê Tirkiyeyê de bû, bi çalakiya xwe nîşan da ku di şertên herî zor de jî îradeya însan dikare biser bikeve.

Sema Yuce di şertên wê demê bi nameyên xwe yên ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd, gelên herêmê, hevalên xwe yên şoreşger û malbatê re nivîsandibûn re bal kişandibû ser metirsiyan, dijî wê rêbaza têkoşîna serkeftinê nîşan dabû û piştre jî li çalakiya qonaxek nû dabû destpêkirin.

‘LI ASÎMANAN DU ROJ, JI BO JINÊ JÎ DU ÇAVKANIYÊN MORALÊ NABIN’ 

Sema di nameya xwe ya ji Rêber Abdullah Ocalan nivîsandibû de bi gotinên, “Çawa ku li asîmanan du roj nabin, ji bo jinê jî du çavkaniyên moralê nabin” çavkaniya xwe felsefe û bîrdoziyê wekî bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan nîşan dabû.

Di heman nameyê de têkoşer Sema Yuce bal kişandibû ser plangeriyên dagirkeran û ev hevok rêz kiribûn: “Di rewşa niha de  dijmin dixwaze meşe me ya mezin a mirovatiyê rawestîne. Serfermandariya Tirk di bin navê ‘marjînalkirinê’ de li ser têkoşîna me tasfiyeyê ferz dike. Ev plan li navendên emperyalist hatiye amadekirin; planeke ku paşverutiya herêmê jî girtiye cem xwe û bi destê mêtingeriya Tirk tê meşandin, dema tê meşandin jî xwe dispêre xiyaneta navxweyî. Ev plan nokeriya Kurd û duvikên wan ên di nava têkoşîna me de ji xwe wekî zemînek civakî qebûl dike û armanca wê ew e ku meşa hemdem a mirovahiyê ku ji derguşa mirovahiyê Mezopotamyayê destpê kiriye, li Kurdistan, heta li nava Kurdistanê jî li çiya, yek bi yek li bajaran, di mejî û dilê mirovan de sînordar, teng bike û ji hundir ve bide rizandin û têk bibe.   Di rewşa niha de dijmin ji bo ku di politikaya xwe de encamê bigire amadekariya hemleyek dawî dike. Liv û tevgera serfermandariya Tirk viya îfade dike. Eşkereye ku di navenda polîtîkayên wan ên qirêj de dîsa bêbandorkirin û sînordarkirina Rêber Apo heye û dixwazin û tevî hebûna wî jî xeta wî ya polîtîk bêbandor bikin. Sedema îsrarkirina di vê polîtîkayê de baweriya wan a li hemberî kesayetên jin û mêr ên nava partiyê yên ku nakevin ser riya jiyana azad, sazûmaniyê pêk nayînin e.”

Sema Yuce di berdewama nameya xwe de bi gotina “Lê jinên Kurd fermana Rêber Apo girtiye û nîşan daye ku xwe nakin amûrên hedefên qirêj ên dijmin”, îşaret bi rêya têkoşînê dabû û wiha gotibû: “Di vê çarçoveyê de dixwazim mejî, dil û bedena xwe bikim pirek ji agir ku ji 8’ê Adarê bigihîje 21’ê Adarê. Ji bo ku bibin şargirtek baş a Kawayê Hemdem Mazlum Dogan û hemû şehîdên me yên din, dixwazim wekî Zekiye bişewitim, wekî Rahşan bibim Newroz. Dixwazim li ser şopa rêhevalên din Bêrîvan, Ronahî, Mirza Mehemed û Eser ku bûn Newroz, bi biryardarî bimeşim. Dixwazim baweriya xwe ya wekî, hêza jiyanê ya jinê, hêza wê ya serkeftinê heye û jin jî dikare bibe rêheval, bi çalakiyek pîroz tacîdar bikim. Sedama vê daxwaza min ew e ku pîrozweriyê ji hemû pênaseyên wê yên tên zanîn paqij bikim û qîr bikim ku ew (pîrozî) dilpaqiyek mirovên hêsan lê xeyalên wan mezin e. Li ser çalakiyên şehîdên me ku hewl didim bibin şagirtên wan gelekî fikirîm. Min dît ku ev çalakiya mirovan karîbûna xwe bi xwe derbas bikin e. Piştî min biryar da gelek caran min şerekî mezin ê hundirin meşand.   Min carek dawî hêza cudakar a hemû qelsiyên beşerî yên di kesayeta xwe de dîtin û ew têk birin. Girêdanbûna min a bi jiyana azad û jina azad re vê fermanê dide min. Niha baştir têdigihîjim ku sûnda min a girêdana bi Rêber Apo re ew e k udi agirê vê girêdanê de bibim xwelî û ji vê xweliyê jinûve xwe bi afirînim. Ez di wê hêzê de me ku tenê karibim dilê xwe bidim.”  

PEYAMA JI BO GEL KU JI BO ÎRO JÎ ZINDÎBÛNA XWE DIPARÊZ E

Têkoşer Sema Yuce, di nameya xwe ya ji bo gelê Kurdistanê nivîsandibû de jî bal kişandibû ser metirsiyan, tespit û rêyên têkoşînê ku rewşa îro jî dixwînin, raxistibûn ber çavan. Têkoşer Sema wiha gotibû: “Em îro wekî gel careke din di qonaxeke hîn kirîtîktir re derbas dibin. Dijmin çawa ku her serhildaneke Kurd  ji hundir ve parçe kiribe û çawa ku li cihê herî nêzî her rêberek Kurd xiyanetek afirandibe, îro jî li ser berxwedana bi pêşengiya PKK’ê viya ferz dike. Di serî de PDK, nokerên Kurd wekî vebijêrkekê pêşkêşî gelê me dikin. Bi destê PDK’ê di xwazin li nava PKK’ê komikên noker ava bikin. Li hemberî vê yekê Rêbe Apo tevî hemû astengiyên xiyanetkariya Barzanî û duvikên wan jî, li dijî paşverûtiya cîhanê ji her alî ve pêşengiya lêgerînên me yên hêvî, xwezî û azadiyê dike. Pêwîste her Kurdek bigihîje hişmendiya pêvajoya em tê de derbas dibin û tevlî vî şerî bibe. Feqîrî, sirgun bi tu awayî nabe asteng. Yên ku di vê Newrozê de rabûne ser piyan, pêwîste keda xwe mezin bikin û dengê kesên ku li rex wan bêdeng mane tevlî dengê xwe bikin. Divê her malbatek Kurd bibe baregehek gerîla. Em jibîr nekin ku belkî jî di dîrokê de em tekane şansê xwe dijîn. Eger em vî şansê xwe baş bikar neyinin, emê bibin serberdayiyên mirovahiyê û divê gumana tu kesî nebe ku em ê di destê her kesî de bibin amûrek basit. Wê demê ji bo ku em di nava malbata mirovahiyê de cihekî bi rûmet û şeref bidest bixin, pêwîste ji heft heta heftê saliyê em hemû di bin meşaleya ku Rêber Apo digire de kom bibin. Ji bo ku em bi gelên Anatolya û herêmê re di asta jor de ji bo azadî û xwîşk/biratiyê bên cem hev em şer bikin û seferberiya vegera welat ji xwe bidin destpêkirin. Em mehkûmê vê yekê ne û siriyeta serkeftina me  ev e.”

Sema Yuce ji bo rêhevalên xwe jî ev peyam dabû; “Fikra Rêber Apo û wesiyeta Rêheval Zîlan rêya ku divê em li ser bimeşin nîşanî me daye. Erka dikeve ser milê me fêmkirin, têgihîştin û pêkanîna vê yekê ye. Rêhevalên me yên jin ên şehîd bûne bi çalakiyên xwe yên pîroz îspat kiriye ku ev yek gengaz e. Em zanibin ka ewê çawa ji wan fêr bibin û bibin şervanên hêviyên mezin.” 

ÇALAKÎ Û BANDORA WÊ

Sema Yuce şeva Newroza 1998’an (21 Adar) de li girtîgeha Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir û giran birîndar bû. Nêzî 3 mehan li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşa ya Zanîngeha Stanbolê hat dermankirin, lê roja 17’yê Hezîrana heman salê gihîşt şehadetê.

Piştî çalakiya Sema Yuce, êrîşên li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêbertiya wê dom kirin. Li dijî Rêber Abdullah Ocalan komploya navnetewî destpê kir. Lê li hemberî wê cara yekemîn li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi milyonan kes rabûn ser piyan. Çalakiyên ku di dîrokê mînakên wan kêmin hatin lidarxistin. Di şeva destpêkirina komployê de (9`ê Cotmeha 1998`an), çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” ji girtîgeha Mereş a Bakurê Kurdistanê dest pê kirin û li her devera cîhanê ku Kurd lê dijîn, belav bûn. Kesên ji neteweyên din jî beşdarî van çalakiyan bûn. Zêdetirî 100 şoreşgeran agir berda bedena xwe û ji wan 60 şoreşger şehîd bûn.

Fikrî Baygeldî ku li Girtîgeha Mereşê çalakiya yekem lidar xist, di nameya xwe de têkoşer Sema Yuce weke fermandar, xwe jî wekî şagirt pênase kiribû. Têkoşera mezin Sema Yuce ji bo tevahiya gel û şoreşgeran bû çavkaniya hêz û îradeyê.

SEMA YUCE

Sema Yuce ku di nava têkoşînê de nasnavên Serhildan û Leyla bikar anîne, di sala 1971’an de li gundê Qerxelixa Jêrî ya girêdayî navçeya Tutax a bajarê Agiriyê çavên xwe li cîhanê vekirin. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn li Tutax, ya amadeyî jî li navenda Agiriyê dixwîne. Pişte li beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (Enqere) qeyda xwe çêdike. Li vir tevlî xebatên ciwanên welatparêz dibe û sala 1991’an bi komek hevalên xwe re beşdarî tevgera azadiyê dibe. Di havîna 1992’an de bi komek hevalên xwe re vedigere Agiriyê û li ser îxbarekê tê girtin. 22 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn û li girtîgehên Nevşehîr û Çanakkaleyê dimîne.