​​​​​​​Li Urdinê ‘balafireke hişbirê’ hat xistin

Artêşa Urdinê ragihand ku wan balafireke keşfê ku madeyên hişbir lê bar kiribûn û ji Sûriyeyê dihat, xistiye xwarê.

​​​​​​​Li Urdinê ‘balafireke hişbirê’ hat xistin
13 hezîran, 2023   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke leşkerî ya ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar a Urdinê da zanîn ku hêzên parêzvanên sînor balafireke bêpîlot a ji Sûriyeyê dihat û dixwest bi rêyeke nerewa sînorê Urdinê derbas bike, şopandiye û li hundirê xaka Urdinê xistiye xwarê.

Ajansa Emon a Urdinê li gorî da zanîn ku piştî balafir hatiye xistin, diyar bû ku tê de 500 gram madeya Crystal heye.

Urdin wek cihekî sereke ku jê hişbirê ber bi welatên Kendavê ve dişînin, tê zanîn.

Hikumeta Şamê jî îdia dike ku têkiliya wê bi çêkirin û qaçaxiya narkotîkê tune ye.

(fr/c)