​​​​​​​Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin careke din serlêdan kir.

​​​​​​​Parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdanek nû kir
13 hezîran, 2023   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Parêzeran xwestin bi muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî ne Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtinê bikin û ji bo vê jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.