Di komxebata li Beyrûtê de pêşangeha pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan

Di Komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê’ de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatin pêşandan.

Di komxebata li Beyrûtê de pêşangeha pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
13 hezîran, 2023   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Lubnan Beyrûtê de Komxebata ‘Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê’ dewam dike.

Di komxebatê de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan hatine pêşandan.

Di komxebatê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê, her wiha ji bo têkbirina komployan çawaniya pêkanîna xebata hevbeş û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah girîngiya têkoşînê tên nîqaşkirin.

(bb)

ANHA