Cenazeyê Arasan li Qendîlê hat veşartin

Cenazeyê endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan yê ku 9’ê Hezîranê li Silêmaniyê di êrîşa çekdarî ya MÎT’ê de şehîd bû, bi merasîmekê li Qendîlê hat veşartin.

Cenazeyê Arasan li Qendîlê hat veşartin
11 hezîran, 2023   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyê endamê Komeleya Karkerên Mezopotamya Huseyîn Arasan yê ku 9’ê Hezîranê li ber derê komeleyê bi sûîkastekê, giran birîndar bûbû û paşê şehîd bûbû li Qendîlê bi merasîmekê hate veşartin.

Li gorî ANF`ê li Mizgefta Ehmed Hec Elî merasîmek bi tevlêbûna endamên Komeleya Karkeran a Mezopotamya, Tevgera Azadî, malbatên şehîdan û kesayetên rewşenbîr û siyasetmedar bi karwanek ji dehan wesayîtî ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyê şehîd ber bi Qendîl ketin rê.

Karwanê şehîd li ketina Qendîlê ji aliyê dehan kesî ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê şehîd heta Şehîdgeha Mehemed Karasungur bi dirûşmên “Şehîd namirin” hate hilgirtin. Li vir merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ser navê Komeleya Karkerên Mezopotamya Mûslîm Kaplan axivî û got: “Ew dijminên dixwazin me ji rêxistinê dûr bixin, bila baş bizanin, em li ser rêya rast a şehîdin. Armancên şehîd armanca Kurdane.”

Kaplan diyar kir ku ew ê têkoşîna şehîdan heta serkeftinê bidomînin û wiha got: “Em bang li hikûmet PDK û YNK’ê û hemû aliyan dikin ku başûrê Kurdistan bûye cihê  xayînan, eger YNK dixwe neçe ser xeta PDK û faşîstan, divê pêşiya van teroran bigre û kujeran derxe holê û ceza bike.”

Li ser navê Tevgera Azadî Rehman Resûl axivî û got: “Weke Tevgera Azadî em ê timî li ser rêya şehîdan bimeşin û divê demil dest kujer bên diyarkirin û cezakirin.”

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên “Şehîd namire” û ‘Şehîd Hûseyîn namire” spartin axê.

Hate ragihandin ku merasîma sersaxiyê  sibe di saet 10:00’an heta 17:00’an li ber Komeleya Karkerên Mezopotamya li dar dikeve.